Kurd û Îraqeke nû: Çîroka wan 24 demjimêrên ku Bexda hejand

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdayê, di nav cergê rûdanan de dîrokeke nû ji bo Îraqê tê nivîsandin.

14ê Gulana 2026an e, ew roja ku Parlamentoya Îraqê pêbawerî daye hikûmeteke nû.

Bernameya vê carê ya "Hîn jî Maye" di nav dilê Bexdayê de hatiye tomarkirin.

Ew qala wan mafan dike ku çavên Kurdan di vê qonaxê de li wan in lê Îraq di bin navê "parastina dewletê" de navendîtiya li Bexdayê xurt dike û hewl dide Herêma Kurdistanê lawaz bike.

Li pişt deriyên girtî çi qewimî?

Tenê 24 demjimêran beriya ku hikûmeta Elî Zeydî pêbaweriyê wergire, tîma "Hîn jî Maye" di nav cergê dan û standinan de bû.

Li vir, li pişt van deriyên mezin ên Herêma Kesk, siyasetmedar ne tenê hikûmetê; biryar, post, pile, dahat û sînorê desthilatan jî dabeş dikin.

Pirsa cewherî ev e: Mafê Kurdan di vê hikûmetê de çi ye? Gelo Bexda herêmeke bihêz dixwaze yan jî guhdar û lawaz?

“Ji sedî 60ê pirsgirêkan xetaya Herêma Kurdistanê ye”

Di nav Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, nêrînên li ser Bexdayê cuda ne.

Biryardera Fraksiyona YNKyê Sirwe Mihemed diyar dike, pêwîst e Kurd ji bo parastina mafên xwe bi hêz di nava saziyan de bin.

Serokê Fraksiyonê Herêm Kemal Axa jî di wê baweriyê de ye ku her çend siyaseta herêmê ber bi navendîtiyê ve diçe jî li Îraqê ji ber destûrê "derbe" çênabe.

Berdevka Fraksiyona YNKyê Dîlan Xefûr tiştekî cuda tîne zimên û destnîşan dike, "Ji sedî 60ê pirsgirêkan xetaya Herêmê ye û dibe ku zêdetir jî be."

“Kesî Kurdan nîne”

Mazin Xerîb jî sozeke giran dide û eşkere dike, "Vê carê plana me heye Madeya 140î were pêkanîn, bila ev soz li ser milê me be."

Li aliyekî din, Pola Sîrwan amaje bi “xerîbbûna” Kurdan dike û li pey diçe ku hemû pêkhateyan piştgiriyeke navneteweyî heye "Lê kesî Kurdan nîne."

Fraksiyona PDKyê: “PDK şerê mayîna Kurdan dike”

Em ber bi Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve diçin. Hakim Farûq qala "zelalbûna Bexdayê" dike.

Berdevkê Fraksiyona PDKyê Dr. Daner Ebdulxefar diyar dike, "PDK şerê mayîna Kurdan dike, me ji bo wê yekê xebat nekiriye ku em di nav Şîeyan de bihelin."

Cotyar Xidir jî destnîşan dike ku hişmendiya Bexdayê ji sala 2003yan ve neguheriye û ew dixwazin bi fişara aborî rê li ber bipêşketina Herêma Kurdistanê bigirin.

Alîkarê Serokê Fraksiyona PDKyê Dr. Rêbiwar Hadî hevkêşeyeke girîng nîşan dide: "Aramiya Îraqê bi mafên Kurdan ve girêdayî ye."

Ew du mînakên dîrokî tîne zimên: Yekem, di dema hatina DAIŞê de, Herêma Kurdistanê deriyên xwe ji koçberên Îraqê re vekirin. Duyem, di dema şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê de, ku hinardekirina petrola Îraqê rastî pirsgirêkan hat, Îraqê petrola xwe bi rêya xeta Herêma Kurdistanê firot.

Sîpan Şêrwanî jî dilgiran e û diyar dike ku baweriya di navbera Hewlêr û Bexdayê de nemaye.

Soza Dewleta Qanûnê: Em dê ji sedî 90ê pirsgirêkan çareser bikin

Li derveyî mala Kurdan, Elî Şelan Deracî ji Fraksiyona Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî sozeke mezin dide Kurdan:

"Vê carê em dê ji sedî 90ê pirsgirêkên meaşên xelkê Kurdistanê çareser bikin, bila ev yek li ser milê me soz be."

Kêliya pêbaweriyê: Li hundir demokrasî li derve çek

Demjimêr ji çarê êvarê derbas bû. Li hundirê parlamentoyê pêvajoya demokrasiyê ye lê li derve hêzên leşkerî bi çekan hatine belavkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî aktorekî bibandor gihişt nav parlamentoyê.

Pêvajoya pêbaweriyê bêyî aloziyê derbas nebû.

Hinek wezîran deng bi dest nexistin ku di nav wan de namzedekî PDKyê jî hebû. Her çend wan bêdengî hilbijartibe jî vê yekê jî hêrsa endamên PDKyê li pey xwe anî.

Dawî: Hîn jî Maye

Şeş meh di ser wan gotûbêjên tund re derbas bûn û alî gihiştin peymanekê. Lê wekî her tim, li Bexdayê tenê destûr têrê nake, divê hêza te hebe ku tu mafên xwe bistînî.

Hikûmeta nû dewleteke tijî gendelî û krîz wergirtiye. Li vir, maf li pişt deriyan û bi rêya razîkirina hêzên mezin safî dibin.

Tirsên kevn hîn mane û pirsgirêk tenê tên bipaşxistin, ne ku tên çareserkirin.