Sînorên Îraqê bi heft astan tên parastin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku sînorên wan bi heft astan tên parastin.
Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê li gel ragihandina plana ewlehiyê ya Cejna Qurbanê, amarên pênc mehên borî yên têkoşîna li dijî madeyên hişber eşkere kirin.
Wezaretê her wiha rêbazên herî nû yên parastina sînoran jî dan zanîn.
Birêvebirê Daîreya Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Lîwa Miqdad Mîrî li Bexdayê di konfêranseke rojnamegeriyê de axivî.
Miqdad Mîrî ragihand ku sînorên Îraqê bi rêya heft astan tên parastin û got:
"Bikaranîna dronan, kamerayên tîna germê û kolana xendekan ji bo rêlibergirtina her derbasbûneke qaçax beşek ji van rêbazan e."
Serkeftinên mezin li dijî madeyên hişber
Miqdad Mîrî li ser madeyên hişber jî destnîşan kir ku ji destpêka îsal ve hêzên wan "serkeftinên mezin" bi dest xistine.
Wî da zanîn ku hêzên wan dest danîne ser rêjeyeke zêde ya madeyên hişber.
Miqdad Mîrî qala hejmaran kir û got, "Di pênc mehên borî de nêzîkî milyonek û 600 hezar ton madeyên hişber hatin girtin.
Me 12 operasyonên ewlehiyê li derveyî sînorên Îraqê jî kirine."
Miqdad Mîrî anî zimên ku wan operasyon bi taybetî li Sûriye û Erebistana Siûdiyê pêk anîne û bi alîkariya aliyê Sûriyeyê çend bazirganên xeternak hatine desteserkirin.
Wî her wiha da zanîn ku Îraqê ji bo pevguhertina zanyariyên îstixbaratî yên li ser qaçaxçiyan, li herêmê çar xalên navneteweyî yên pêwendiyê ava kirine.
Plana cejnê
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe li ser plana ewlehiyê ya cejnê jî agahî dan.
Wî ragihand ku dê tîmên taybet li nav bazar û parkan bin da ku rê li ber diyardeyên "acizkirina xelkê û teqekirina ji kêfan" bigirin.