Dozgeriya Giştî ya Îraqê dosyayên tohmetbarên Enfalê dixwaze

Hewlêr (Rûdaw) - Dozgeriya Giştî ya Îraqê daxwaza dosyayên tohmetbarên Enfalê dike ku derbarê wan rêkarên yasayî bide destpêkirin.

Li gorî gotina parlamenterekî Îraqê, dosyayên wan li dadgeheke Bexdayê ne.

Ev daxwaza dozgeriyê, bersiva nivîseke Parlamenterê Îraqê Karwan Yarweys e ku li ser tohmetbarên Enfalê ji wan re şandibû.

Di nivîsa ku 10ê Tebaxa 2025an hatiye weşandin de, Desteya Dozgeriya Giştî ya Îraqê xwestiye ku hejmara dosyayan û navê dadgeha ku lê hatine tomarkirin ji wan re were şandin ku ew karibin li gorî yasayê daxwaza rêkaran bikin.

Karwan Yarweys îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Navê wan tohmetbaran li Dadgeha Bilind a Tawanan bû ku hatibû hilweşandin.

Dosyayên wan dane Dadgeha Lêkolînê ya Yekem a Kerxê ya li Bexdayê û ji bo radestkirina hejmara dosyayên wan ji Desteya Dozgeriya Giştî ya Îraqê re dê rêkar werin wergirtin.”

Beriya 37 salan rejîma berê ya Îraqê li dijî gelê Kurd Komkujiya Enfalê dabû destpêkirin û di wê pêngavê de 182 hezar welatiyên Kurdistanê bi awayên cuda hatin qetilkirin.

Karwan Yarweys her wiha anî ziman:

“Du lîsteyên tohmetbarên Enfalê hene, yek ji wan Kurd in û ya din jî serkirdeyên berê yên Partiya Beasê ne.

Hejmara Kurdan 258 kes e.”