Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên ewlehiyê yên Îraqê ragihand ku 47 welatiyên Fransayê yên ku li Rojavayê Kurdistanê bi gumana endamtiya DAIŞê girtî bûn, ji bo darizandinê radestî Îraqê hatine kirin.
Rayedaran diyar kir ku ew kes dê li Îraqê bi tohmeta terorê werin darizandin.
Sê rayedarên ewlehiyê yên Îraqê ku nexwest navên wan werin eşkerekirin ji Associated Pressê (AP) re diyar kir ku welatiyên Fransayê dê li Îraqê bi tohmeta terorê werin darizandin.
Rayedaran ragihand ku welatiyên Fransayî, berî meh û nîvekê beriya ku ji Îraqê re werin şandin, li navendeke desteserkirinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dihatin ragirtin ku nêzîkî 9 hezar gumanbarên DAIŞê lê ne.
Ev veguhastin berê ji raya giştî re nehatibû eşkerekirin.
Rayedarên Fransayê heta niha derbarê mijarê ti daxuyanî nedane.
Ev ne cara yekem e ku welatiyên Fransayê yên ku bi endamtiya DAIŞê tên tometbarkirin ji Sûriyeyê ji bo darizandinê dişînin Îraqê.
Sala 2019an jî 13 gumanbarên Fransayî bi heman awayî radestî Îraqê hatibûn kirin.
Li gorî rayedarên Îraqê, bi hezaran welatiyên Îraqê yên ku li Rojavayê Kurdistanê girtî bûn jî ji bo darizandinê hatine vegerandin.
Bi giştî ji 3 hezar û 192 girtiyên ku ji aliyê HSDyê ve radestî Îraqê hatine kirin, 724 kes bi cezayê îdamê û hezar û 381 kes jî bi cezayê heta hetayî hatine cezakirin.
Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed rewşa kampan
Paşeroja navendên desteserkirinê û kampên Hol û Rojê ku piraniya wan jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne û bi deh hezaran kes lê dimînin, piştî rûxîna rejîma Beşar Esed bûye mijareke gelekî girîng.
Li gorî Peymana 10ê Adarê ya ku di navbera HSD û birêvebiriya Şamê de hat îmzekirin, birêvebiriya kamp û navendên desteserkirinê dê radestî Şamê werin kirin lê bipêşketina di bicihanînê de gelekî hêdî ye.
Artêşa Amerîkayê çend sal in zextê dike ku welatiyên biyanî yên ku li kampan tên ragirtin, li welatên xwe werin vegerandin.
Di vê çarçoveyê de, Fransayê çarşema borî ragihand ku 3 jin û 10 zarokên Fransayî yên ku li kampên Rojavayê Kurdistanê bûn hatine vegerandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse