Li Dîwaniyeyê karesat: Malbatek bi temamî di nav pêtên agir de ma
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîwaniyeyê ya Îraqê agir bi malekê ket û di encamê de 7 endamên heman malbatê mirin. Yek ji qurbaniyan bapîrê malbatê yê malnişîn e.
Rêveberê Ragihandina Tenduristiyê yê Dîwaniyeyê Amir Kînanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bûyer îro piştî nîvro qewimiye.
Amir Kînanî got, "Kesên ku mirine ji bapîrê malbatê, dê û bav û çar zarokên wan pêk tên."
Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyeke berpirs a li Dîwaniyeyê wergirtiye şewat ji ber kahrebeyê bûye.
Amir Kînanî her wida da zanîn ku bûyer li herêma Teqiye ya Dîwaniyeyê qewimiye û got, "Hemû kesên ku di malê de bûne mirine."
Fermandariya Polîsê Dîwaniyeyê jî di peyameke sersaxiyê de ragihand ku qurbanî ji malbata Lîwayê generalê xanenişîn Xesan Taî ne.