Ebadî Îran agahdar kir
Bexda (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dê di demên pêş de serdana Îranê bike.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de agahî dan Cîgire Yekem ê Serokomarê Îranê Îshak Cîhangirî.
Ofîsa Serokwezîriya Iraqê ragihand Heyder Ebadî bi telefonê peywendî bi Cîgire Yekem ê Serokomarê Îranê Îshak Cîhangirî pêk anî.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê, polîs, Heşda Şeibî û milîsên eşîran pêşve diçin.
Heyder Ebadî diyar ku hêzên ewlekariya Iraqê di nava bajarê Mûsilê de şerî dikin û girîngiyê pê ewlekariya sivîlan didin.
Ji aliyê din ve Îshak CÎhangirî jî ji bo serkeftinên hêzên Iraqê Heyder Ebadî pîroz kir û ragihand ew hêvî dikin hêzên ewlekariya Iraqê dê tevahiya axa Iraqê ji DAIŞê paqij bikin.
Cîhangirî herwiha Ebadî vexwend Îranê û amaje bi bihêzkirina peywendiyên Tehran û Bexdayê kir.
Di daxuyaniyê de derbarê dema serdana Ebadî bo Îranê de ti agahî nehatiye diyarkirin.