Kerkûk (Rûdaw)- Li navçeya Hewîceyê ya başûrê Kerkûkê şer di navbera çekdarên DAIŞê de derket û di encamê de 12 kes ji wan hatin kuştin.
Li gor agahiyên Rûdawê ku ji xelkê deverê wergirtine, şevê din seat 22:00, li Hewîceyê nakokî di navbera çekdarên DAIŞê de derket, ew jî li ser cîbicîkirina sizayê li ser çend kesan ku çigare dikşandin, û si encamê de şer di navbera wan de derket.
Çekdarên DAIŞê li Hewîceyê, ku di bin destê wan de ye, dest bi operasyona qedexekirina çigereyê kirin û di encamê de çend kes girtin û piştî girtina wan sizaya şerî bi ser wan de derxistin.
Li gorî heman çavkaniyan, hinek ji wan kesên girtî lêdan xwarin û yên ku beriya niha jî hatibûn agahdarkirin biryara jêkirina tiliyê wan hat dan.
Lê ji ber ku hinek ji çekdarên DAIŞê bi wê biryarê razî nebûn nakokî di navbera wan de derket ku ev yek ne şerî ye, û gihîşt asta ku bi çekan li hev bidin û 12 kes ji hev kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse