Ebadî bi Kurdî cejna Newrozê pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro di gotara xwe de bi zimanê Kurdî pîrozbahiya cejna Newrozê li welatiyên Herêma Kurdistanê kir.

 

Heyder Ebadî îro li bajarê Bexdayê piştî civîna Civata Wezîran a Iraqê gotara xwe ya heftane pêşkêş kir.

 

Ebadî di vê gotara xwe de piştî amajekirin bi çend pirsên di rojeva wî welatî de, pîrozbahiya cejna Newrozê kir.

 

Ebadî got: “Ez niha dixwazim peyamekê arasteyê xelkê Herêma Kurdistanê bikim”, û peyama xwe ya Newrozê wiha ragihand: “Newroza we pîroz, bi hêviya ku sala nû ji sala derbasbûyî xweştir be.”

 

Herwiha hikûmeta Iraqê îro Sêşemî 20ê Adarê ragihand, ku bi helkevta cejna Newrozê, 2 roj li seranserê wî welatî betlaneya fermî ye.

 

Civata Wezîran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, rojên Çarşemî û Pênşemî, 21 û 22ê Adara 2018ê bi helkevta cejna Newrozê li Iraqê bêhnvedana fermî ye.

 

Serêvariya îro li seranserê Başûrê Kurdistanê û herwiha parçeyên din ên Kurdistanê, gelê Kurd bi coş ve pêşwazî li cejna Newrozê kir û bi pêxistina agirê Newrozê û meşxelan, ev cejna netewî pîroz kir.