Kongreya parlementoyên welatên cîran li Bexdayê destpê dike
Bexda (Rûdaw) - Îro Lûtkeya Serokên Parlementoyên Welatên Cîranên Iraqê li Bexdayê birêve diçe û mijarên asayîş, aborî, geşepêdan, verberhênan û aramî bêne gotûbêjkirin.
Tê çaverêkirin ku Serokê Parlementoyên Kurdistan, Tirkiyê, Sûriye, Kuwêt, Urdin û Erebistana Siûdî di kongreyê de beşdar bin, lê Serokê Parlementoya Îranê beşdar nabe û li şûna wî, dê cîgirê wî beşdar bibe bêyî ku sedema beşdarnebûna Larîcanî were eşkerekirin.
Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî ku li ser daxwaza wî kongreya welatên cîranên Iraqê tê sazkirin, gotara destpêkê ya kongreyê pêşkêş dike.
Derbarê armancên kongreyê de, Mihemed Helbûsî ragihand, ew bi hêvî ne welatên cîran soza alîkariya welatê wî bidin û axa Iraqê ji bo têkdana aramiya welatên cîran neyê bikaranîn.
Saziya ragihandina Parlementoya Iraqê karnameya kongreyê eşkere kir û ragihand, saet 11.30 berî nîvro wê pêşwazî li şandan bê kirin û saet 12.00 jî kongre destpê dike.