Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand ku tevî vekirina qada asmanî ya Îraqê ji bo geştên sivîl, metirsiya êrişên mûşek û dronan didome.
Washintonê hişyarî da welatiyên xwe û got, "Di ser Îraqê re nefirrin."
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku komên çekdar planên êrişên nû dikin.
Tevî agirbesta demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de, li Îraqê dilgiraniya ewlehiyê didome.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê îro di hişyariyeke fermî de tekez kir ku metirsiyên li qada asmanî û sînorên bejayî yên Îraqê di asta herî jor de ne.
"Milîs planên êrişên nû dikin"
Di daxuyaniya balyozxaneyê de hat diyarkirin ku komên çekdar ên derqanûnî yên li Îraqê amadekariya êrişan dikin.
Li gorî daxuyaniyê ew komên çekdar plan dikin ku êrişî armancên Amerîkayê yên li seranserê Îraqê û Herêma Kurdistanê bikin.
Qada asmanî vebû lê metirsî bi dawî nebûye
Di pêvajoya agirbesta du hefteyî de ku 8ê Nîsanê dest pê kiribû, qada asmanî ya Îraqê careke din ji bo hat û çûya sivîl hatibû vekirin.
Lê belê Balyozxaneya Amerîkayê bi bîr xist ku ev yek nayê wateya ewlehiyê û ev hişyarî da:
"Ew welatiyên me yên ku difikirin bi rêya asmanî di ser Îraqê re geştê bikin, divê metirsiya mûşek û dronan bi cidî wergirin."
"Neyên nûnertiyan, e-nameyan bişînin"
Balyozxaneyê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê ji welatiyên xwe xwest ku bi xwe neçin avahiya Balyozxaneya Bexdayê yan jî Konsulxaneya Giştî ya Hewlêrê.
Hat pêşniyarkirin ku ew welatiyên hewcedariya wan bi alîkariya lezgîn heye, tenê bi rêya e-nameyan pêwendiyê bi nûnertiyên dîplomatîk re deynin.
Her wiha hat ragihandin ku tevî biryarên derxistinê, hinek karmendên dîplomatîk ji bo pêşkêşkirina xizmetan ji welatiyan re li welêt mane.