Bereya Tirkmenan: Em ê Komîsyona Hilbijartinan bidin dadgehê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî ragihand ku ji ber ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bersiva giliyê wan nedaye, ew ê komisyonê bidin dadgehê.
Erşed Salihî di daxuyaniyekê de diyar kir ku ji ber “sextekariyê” wan daxwaza vekirina 186 sindoqên dengdanê kiriye lê Komîsyona Hilbijartinan bersiv nedaye giliyê wan.
Salihî da zanîn, ku ji ber vê sedemê ew ê di dadgehê de li dijî Encûmena Komîsyarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de doz vekirin
Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê, piştgiriya xwe ji bo xwepêşandan û greva ku ev heftiyeke li Kerkûkê berdewam dike nîşan da û daxwaz kir ku çalakî berdewam bin heta ku mafê wan tê vegerandin.
Erşed Salihî got ku hinek siyasetmedarên Tirkmen ên hatine nav Lîsteya Bereya Tirkmenî ya Kerkûkê, hewil didin bi zanebûn derz û cudabûnê bixin nav lîsteyê û ziyanê bigihînin wan.
Hêjayê gotinê ye, ku Komîsyona Hilbijartinan encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 12ê Gulanê eşkere kirin. Li gorî van encaman Bereya Tirkmenî ya Iraqê li Kerkûkê 3 kursî bidest xistin.
Lê belê aliyê Ereb û Tirkmen piştî hilbijartinan li bajar dest bi çalakiyan kirin û îdîa dikin ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin.
Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Seîd ku eslê xwe Ereb e, ragihand ku ji ber sextekarî hatiye kirin, ew encamên hilbijartinan nas nakin.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hilbijartinên Kerkûkê boykot kiribû û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî 6 kursî bidest xistibûn.