IRAQ – Di xwepêşdanan de careke din xwîn rijiya
Hewêr (Rûdaw) – Li Iraqê hêzên ewlekariyê bi tundî bersiv dane xwepêşandanan. Li Dîwaniyeyê xwepêşanderek hate kuştin û li Bexdayê jî bi gaza rondikrêj hatine belavkirin.
Bi armanca protestokirina kêmbûna xizmetguzariyan îro careke din li Bexda, Besra û çend bajarekî din ê Iraqê xwepêşandan hatine kirin.
Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Dîwaniyeyê ji ajansa AFPê re ragihand, ku di dema xwepêşandanan de xwepêşanderekî 20 salî bi çek hate kuştin.
Herwiha hêzên ewlekariyê bi tundî bersiv dane xwepêşanderên paytext Bexdayê.
Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Mistefa Goran ragihand: “Îro xwepêşander li Qada Tehrîrê kom bûn. Di destpêkê de bi aştiyane daxwazên xwe kirin û xwestin ji Pira Komarî derbas bikin lê hêzên ewlekariyê bi tundî xwestin girseyê belav bikin.”
Di dema çalakiyê de Hêza Swat a Taybet, bi gaza rondikrêj rûbirûyê xwepêşanderan bû. Di dema aloziyan de piraniya xwepêşanderan ji ber gazê ketin û di nav wan de rojnamevan jî hebûn.
Peyamnêrê me da zanîn, ku çalakvan îro dê grevê bidin destpêkirin û got: “Çalakvan vê çalakiya xwe wek ‘Şoreşa Birciyan’ binav dikin û dibêjin heta hikûmeta Iraqê daxwazên wan cîbicî neke ew dest ji çalakiya xwe bernadin.”
Peyamnêrê me got: “Hemû aliyên siyasî piştgirî didin xwepêşdanderan lê heta niha jî ti aliyekî guvaş nexistiye ser hikûmetê da ku gavekî biavêje.”
Îro ji bilî Bexda û Besrayê, li bajaren Dîwaniye, Necef, Zîqar, Wast, Mûsenna û Mîsanê jî xwepêşandan hatine kirin.
Xwepêşanderan dirûşmên li dijî gendeliyê bilidn kirin û daxwaz kirin xizmetguzariyên sereke werin dabînkirin.