Xwepêşanderan beşeke Balyozxaneya Swêdê şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Berbanga îro li Bexdayê xwepêşanderan careke din bi ser Balyozxaneya Swêdê de girtin û beşeke balyozxaneyê şewitandin.

Li Bexdayê alîgirên Tevgera Sadr îro berbanga sibê çûn nêzîkî Balyozxaneya Swêdê û şewitandina Quranê protesto kirin. Hejmarek xwepêşander ketin avahiya Balyozxaneya Swêdê û hinek beşên wê şewitandin.

Xwepêşanderên Îraqî dîwarên beton ên li derdora balyozxaneyê hatibûn çêkirin hilweşadin û derbasî hundirê balyozxaneyê bibûn.

Alîgirên Tevgera Sadr beriya niha bi ser avahiya Balyozxaneya Swêdê de girtibûn û çalakiyek li dar xistibûn.

Wênegirekî AFPê yê li cihê bûyerê got ku polîsên Îraqî ava şid bikar anîn daku xwepêşanderan ji balyozxaneyê dûr bixe, di heman demê de hêzên ewlekarî yên din xwepêşander bi copên polîsan ên bi elektrîkê belav kirin.

Xwepêşanderekî got: “Em îro ji bo şermezarkirina şewitandina Quranê bi eşq û îmanê seferber bûn. Em daxwaz dikin ku hikûmeta Swêdê û hikûmeta Iraqê dawî li van hewldanan bînin.”

Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Iraqê şewitandina Balyozxaneya Swêdê bi tundî şermezar kir û dibêje ew êrîş li ser şanderên dîplomatîk û metirsî li ser ewlekariya wan e.

Hikûmeta Iraqê daxwaz ji dezgehên ewlekarî yên pêwendîdar kir ku lêkolîneke bilez bikin, tedbîrên tund ên ewlehiyê werbigirin, hûrgiliyên bûyerê eşkere bikin.

Di heman demê de hikûmet xwest ku nasnameya wan kesên ku bi vî karî rabûne diyar bikin û li gorî yasayan lêpirsînê li gel wan bikin.

Serdegirtin û şewitandina Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê piştî wê yekê tê ku hikûmeta Swêdê rê li ber çalakiyekê li beramber balyozxaneya Iraqê li Swêdê ve kir ku têde Qurana pîroz û ala Iraqê hatibûn şewtandin.