Muqteda Sedir piştî şewitandina Balyozxaneya Swêdê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand, piştî ku Swêdê dijberiya xwe li hember pirtûkên esmanî û îslamê nîşan da, hêlên dîplomatîk jî derbas kir û destûr daye şewitandina ala Iraqê.
Hikûmeta Swêdê rê daye ku îro xwepêşandanek li pêşiya Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê bê sazkirin û di çalakiyekê de Quran û Ala Iraqê bên şewitandin.
Rêberê olî yê Şîe û Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser wê yekê îro 20ê Tîrmehê peyamek belav kir.
Muqteda Sedir di peyama xwe de dibêje: “Ez li benda bersiveke fermî me berî ku her karekî bikim û eger bi rastî ala Iraqê hat şewitandin, bila hikûmet tenê şermezar neke, ji ber ku ew nîşana bêdengî û lawaziyê ye.”
Di beşeke din a peyama xwe de, Sedir amaje bi xwepêşandana îro ya li Bexdayê ya li pêşiya Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê û şewitandina beşek ji balyozxaneyê dike ku xwepêşanderan wêneyên wî bilind kiribûn, dibêje: “Nabe Tewrat û Încîl di berdêla şewitandina Qurana pîroz de bên şewitandin, lê belê divê ji hêla gelên cîhanê ve bêne parastin.”
Berbanga îro li Bexdayê xwepêşanderan careke din bi ser Balyozxaneya Swêdê de girtin û beşek ji balyozxaneyê şewitandin.
Bûyera serdegirtin û şewitandina beşek ji Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê piştî wê yekê hat ku hikûmeta Swêdê destûr daye îro xwepêşandanek li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê bê lidarxistin û têde Qurana Pîroz bê şewitandin.
Roja Çarşemê 28ê Hezîranê di yekem roja Cejna Qurbanê de jî welatiyekî Iraqî yê bi navê Selwan Momîka li ber Mizgefta Stockholm a paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsan de, pirtûka pîroz a Misilmanan, Quran şewitandibû.