Girtiyên ji Tirkiyeyê yên li Bexdayê: Bila me radestî Tirkiyeyê bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Tirkiyeyê yên ku li ser daxwaza Interpolê li girtîgeheke Bexdayê tên ragirtin, bangî Enqereyê kir ku ji bo radestkirina wan hewl bide.
Li ser daxwaza Enqereyê, Interpolê di demên cuda de li Îraq û Herêma Kurdistanê 8 welatiyên Tirkiyeyê girtibûn ku li welatê wan ji ber “sûcên edlî” ceza li wan hatibû birîn.
Tevî ku 5 sal di ser biryara dadgeha Îraqê re derbas bûye jî Bexdayê heta niha ew girtî radestî Tirkiyeyê nekirine.
8 girtiyan ji Navenda Polîsan a el Reşatê ya li Bexdayê nameyek ji Rûdawê re şand û wan xwest dengê wan bigihîje rayedarên Tirkiyeyê û raya giştî.
“Eger em werin radestkirin em dê bên berdan”
Girtiyan di nameya xwe de diyar kir ku ew li Bexdayê di şert û mercên xirab de tên ragirtin û ew dixwazin vegerin Tirkiyeyê.
Li gorî nameyê, cezayê piraniya wan li Tirkiyeyê ji ber yasayên nû temam bûye û eger ew werin radestkirin dê bên berdan.
“Girtina me li dijî mafên mirovan e”
Di nameyê de wiha hat gotin:
“Girtina me ya li vir li dijî mafên mirovan e. Me çend caran serî li saziyên mafên mirovan ên li Bexdayê da lê ji ber ku dosyeyên me li Wezareta Karên Derve ya Îraqê ne, dibêjin ku ew nikarin tiştekî bikin.
Cihê me gelekî xirab e û em êdî nikarin li vir bijîn. Bila Wezareta Karên Derve ya Îraqê biryara ku dadgehan derbarê me de daye, bi cih bîne û me radestî Tirkiyeyê bike.”
Girtiyên ku name ji Rûdawê re şandine û dema wan a girtina li Îraqê wiha ne:
Ramazan Karakayali: 5 sal
Eser Nergîz: 3 sal
Servet Aydemîr: 3 sal
Ferhat Nigit: 3 sal
Mehmet Duran: 2 sal
Suleyman Surmelî: 2 sal
Muslum Kirmizi: 18 meh