Fraksyona Fetih: Biryara dawî li ser serokomariyê di destê PDK û YNKê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fraksiyona Fetih a ser bi Hadî Amirî ve, radigihîne, ku pejirandina berbijêrê Kurd bo posta serokomariya Iraqê girêdayî biryara herdû partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistan û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê ve ye.

 

Berdevkê Fraksiyona Fetih, Ehmed Esedî dibêje, ew rêzê li Berhem Salih digirin û tekez dike, ku Berhem Salih li cem wan kesekî qebûlkirî ye.

 

Esedî herwiha dide zanîn, lê tevî ku ew Berhem Salih û berbijêriya wî bo serokomariyê dipejirînin, lê biryara dawî ya derbarê wê mijarê de girêdayî lihevkirin û razîbûna nav mala Kurdî ye.

 

Serokê Hevpemaniya Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih, duh Çarşembiyê bi awayekê fermî ji aliyê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê ve weke berbijêrê wê partiyê bo posta serokomariya Iraqê hat destnîşankirin.

 

Piştî sala 2003 û rûxana rejîma Sedam Hisên, û bi taybet ji sala 2005ê ve bo heyama sê caran e, ku posta serokomariya Iraqê di destê Kurdan de ye. Herdu xûlên yekem û duyem, Celal Talebanî sekreterê koçkirî yê YNKê serokomarê Iraqê bû û di xûla sêyem de jî Fuad Mehsûm weke serokomarê wî welatî hate diyarkirin.

 

Tevî ku YNKê bi daxuyaniyeke fermî berbijêrbûna Berhem Salih bo posta serokomariya Iraqê ragihand, lê belê Partiya Demokrata Kurdistanê da xuyakirin, ku Berhem Salih ne berbijêrê PDKê ye û destnîşan kir, ku wan dê bo posta serokomariyê berbijêrê xwe hebe.