SOMO: Peymana petrolê ya Hewlêr û Bexdayê dê were nûkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Birêvebirê Kompanyaya SOMOyê ragihand, peymana petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ti pirsgirêkeke wê tune û dê were nûkirin.
Alîkarê Birêvebirê Kompanyaya Belavkirina Petrolê ya Îraqê (SOMO) Dr. Hemdî Şingalî, îro bersiva pirsa Birêvebirê Ofîsa Bexdayê ya Rûdawê Helkewt Ezîz a li ser peymana petrolê ya navbera Hewlêr û Bexdayê û bidawîhatina dema wê di dawiya vê mehê de da.
Dr. Hemdî Şingalî got, "Peyman dê were nûkirin û ti pirsgirêkek tê de nîne. Petrola Herêma Kurdistanê her wekî xwe diçe.
Niha hinartinê rojane 200 hezar bermîlan derbas kiriye û bi piştgiriya Xwedê dê qebareya hinardekirinê zêdetir jî bibe."
Dr. Hemdî Şingalî di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de ku 13ê Çiriya Pêşîn a 2025an hatibû belavkirin, derbarê dema peymanê de gotibû:
"Peyman ji bo sê mehan hatiye diyarkirin û 31ê Kanûna Pêşîn bi dawî tê, lê li gorî yasaya budceyê û ji bo piştrastbûna ji berdewamiyê, piştre dê were nûkirin heta ku pirsgirêk bi temamî werin çareserkirin."
"Petrol diçe Bendera Ceyhanê"
Hemdî Şingalî amaje bi wê yekê kir, niha petrola Herêma Kurdistanê li Pêşabûrê radestî Wezareta Petrolê ya Îraqê tê kirin, ew jî bi rêya boriyê petrolê digihînin Bendera Ceyhanê.
Kompanyaya SOMOyê petrolê dide wan kompanyayên ku peyman bi wan re hatiye kirin û piraniya wan ji bo welatên Ewropayê hinarde dikin, ji ber ku ji ber nêzîkbûna cografî, mesrefa veguhastinê kêmtir e û petrol bi lez digihîje destê kiryar.
Alîkarê Birêvebirê SOMOyê got, piştî gotûbêjeke zêde û hewleke zêde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê, kompanyayên petrolê bi peymanê razî bûn û hemû daxwazên wan hatine bicihanîn.
Mesrefa derxistinê
Hemdî Şingalî diyar kir, peymanên Herêma Kurdistanê ji peymanên naverast û başûrê Îraqê cuda ne, ji ber ku di peymanên Herêma Kurdistanê de kompanya bi xwe pere xerc dike ji bo lêgerîn û berhemanînê û piştre qezenca xwe werdigire, lê li başûrê Îraqê hikûmet pere xerc dike.
Şingalî wiha pê de çû, "Mesrefa berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê bilindtir e, ji ber ku navçe çiyayî ye û zevî dijwartir in.
Lewma ew 16 dolarê ku ji bo her bermîlê hatiye diyarkirin, ji bo dabînkirina mesrefa berhemanîn û veguhastinê ye."
Kompanyaya şêwirmendiyê û dema peymanan
Hemdî Şingalî ragihand, kompanyayeke şêwirmendiyê ya biyanî ji bo nirxandina peymanên Herêma Kurdistanê hatiye û 60 rojên wê hene ji bo ku rapora xwe pêşkêş bike, lê bawer dike ku kar hêsan nîne û dibe ku ji wê dema diyarkirî zêdetir bikişîne.
Şingalî wiha domand, "Ev kompanya ti destkariyê di peymanan de nake, belkî tenê ji bo piştrastbûna ji yasayîbûna wan û şêwaza karkirina wan e, ji ber ku dadgeha Îraqê berê yasayîbûna van peymanan piştrast kiriye.”