Civîn hat bipaşxistin: Çarçoveya Hevahengiyê bû 2 parçe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê Nûrî Malîkî Mihemned Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê di civîna xwe ya dawî ya ji bo diyarkirina namzedê serokwezîrtiyê de, li ser du bereyan dabeş bû.

Ji ber ku namzedan nekarî ji sedî 66ê dengan bi dest bixin, biryar nehat dayîn. Nakokiyên li ser şêwaza dengdanê û tirsa ji helwesta parlamentoyê, diyarkirina vê pirsê bi paş xist.

Şeva 20ê Nîsanê, hevpeymaniya ku nûnertiya piraniya aliyên Şîe dike, li ofîsa Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraqê Emar Hekîm a li Bexdayê civiya.

Lê belê alî li ser namzedê serokwezîrtiyê li hev nekir û civîn ji bo 22yê Nîsanê hat bipaşxistin.

Gotibêjê Hevpeymaniya Nesrê Eqîl Ridênî ji Rûdawê re got, "Ti namzedî nekarî piraniya dengan bi dest bixe.

Bipaşxistina ragihandina namzedî ji bo wê yekê bû ku di du rojên bê de gotûbêjên zêdetir werin kirin."

Civîneke nepenî û tund

Rêkarên civîna li ofîsa Emar Hekîm gelekî tund bûn da ku agahî bi derve de neyên belavkirin.

Beşdarên civînê bêyî telefonên xwe yên mobîl çûn ser maseya gotûbêjan.

Civîn saet 20:20an dest pê kir û heta 22:00an dom kir. Di civînê de 12 endamên Çarçoveya Hevahengiyê amade bûn.

Ji ber ku armanca sereke yekalîkirina namzedî bû, maseya ragihandina navê namzedî hatibû amadekirin.

Lê belê piştî civînê ti kes neçû ser wê maseyê da ku navekî eşkere bike.

Birêvebirekî Tevgera Hikmetê ji Rûdawê re got, "Me di destpêka civînê de mase amade kiribû, me texmîn nedikir ku lihevkirin çênebe."

Dabeşbûna li ser du bereyan

Pêkhênerên Çarçoveya Hevahengiyê nekarî li ser yek ji du namzedan li hev bikin.

Namzedê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî û Basim Bedrî û namzedê Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşketinê Îhsan Ewadî û Mihemed Şiya Sûdanî bûn.

Li gorî agahiyan, di civînê de dengdana fermî nehatiye kirin lê aliyan nêrînên xwe li ser namzedan anîne zimên.

Ji bo pesendkirina namzedekî 8 deng pêwîst bûn lê ev rêje pêk nehat. Basim Bedrî piştgiriya 7 lîderan û Îhsan Ewadî jî piştgiriya 5 lîderan bi dest xist.

Ev rewş bû sedem ku Çarçoveya Hevahengiyê bibe du bereyên 6 kesî:

Bereya Yekem: Muhemed Şiya Sûdanî, Emar Hekîm, Qeys Xezelî, Heyder Ebadî, Ehmed Esedî û Hadî Amirî.

Bereya Duyem: Nûrî Malikî, Muhsin Mendelawî, Humam Hemûdî, Ebû Ala Welayî, Amir Fayiz û Ebdulhusên Ebtan.

Eqîl Ridênî diyar kir ku ev cara yekem e Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê bi vî rengî parçe dibe.

Nakokiya sereke li ser wê yekê ye ku ka dê dengdan li ser bingeha "her hêzeke siyasî" be yan jî li ser bingeha "hejmara kursiyên li parlamentoyê" be.

Tirsa ji parlamentoyê

Sedemeke din a bipaşxistina ragihandina namzed, tirsa ji helwesta parlamentoyê ye.

Alî ditirsin ku eger bi lihevkirineke tam neçin parlamentoyê, kabîneya hikûmetê dengê pêbaweriyê nestîne.

Tê gotin ku ev tirs zêdetir li cem bereya Malikî heye.

Li gorî destûra Îraqê, divê serokwezîrê nû di nava 30 rojan de piştî raspardinê, bername û kabîneya xwe bibe parlamentoyê.

Ji bo pesendkirina kabîneyê, piraniya sade ya endamên amade pêwîst e.

Li gorî çavkaniyên Rûdawê, Çarçoveya Hevahengiyê heta roja şemiyê ya bê wext heye da ku namzedê xwe diyar bike.

Kurtejiyana her du namzedan:

Basim Bedrî:

Sala 1964an li Bexdayê ji dayîk bûye.

Doktoraya wî di warê çandiniyê de heye.

Birêvebirê Desteya Lêpirsîn û Dadweriyê ya Îraqê ye.

Îhsan Ewadî:

Sala 1976an li Dîwaniyeyê ji dayîk bûye.

Mastera wî di warê endezyariyê de heye.

Di navbera salên 2010-2014an de parlamenter bû.

Niha Birêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Îraqê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst