Biryara girtina zarokekî 4 salî hat dayîn: ‘Bi xeletî bûye’
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Diyaleyê ya Îraqê biryara girtina zarokekî 4 salî hat dayîn.
Sedema biryarê jî li gorî polîsan "xeletiya di nivîsîna nav de" ye û li cihê bavê wî navê wî zarokî hatiye nivîsandin.
Li navçeya Baqûbeyê ya parêzgeha Diyaleyê ya Îraqê dema xortekî 13 salî yê bi navê Hadî Omer bi motosîkleta xwe li zarokekî 4 salî yê bi navê Kerar Fehed xist ji ber vê yekê ew xort hat desteserkirin û paşê ji ber ku temenê wî biçûk bû, bi kefaletê hat berdan.
Zîne Xelefa dayîka wî xortî, piştî ku kurê wê 4ê Gulanê hat berdan, çûye Baregeha Polîsan a Mefreqê ya li bajarê Baqûbeyê û belgeyeke dadgeriya lêkolînê bi xwe re biriye ku tê de gilî kiriye qaşo ew ji ber wê bûyerê rastî gefan hatiye.
Di dema îfadeyê de dadger navê Kerar Fehed bi kar aniye.
"Xeletî di navê wî de hatiye kirin"
Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan ê Fermandariya Polîsên Parêzgeha Diyaleyê Heysem Şemerî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:
"Dadgerê lêkolînê wiha zaniye ku Kerarê 4 salî ew kes e ku giliyê wî hatiye kirin.
Di biryara bangkirina wî ya dadgehê de navê wî hatiye nivîsandin lê belê yê ku gilî lê hatiye kirin bavê Kerar e û navê wî Fehed Subhî ye."
Biryara girtinê li gorî madeya 432yemîn a Yasaya Cezayan a Îraqê hatiye dayîn ku taybet e bi gefên devkî.
Cezayê wê jî dikare bigihêje girtina salêkê û cezayê pereyan.
Polîsan dît ku yê li ser kaxezê navê wî heye zarokekî 4 salî ye
Heysem Şemerî da zanîn ku ev pirsgirêk ne girêdayî polîsan e û girêdayî dadger û dadgehê ye ku biryar daye.
Şemerî destnîşan kir ku piştî biryar gihîştiye destê polîsan, wan zaniye ku ew kes zarokekî 4 salî ye.
Piştî derket holê ew kesê ku biryara girtinê jê re derketiye Kerarê 4 salî ye, gilîdarê gotinên xwe guherandine û gotiye mebesta wî bavê Kerar e, ne zarok bi xwe.
Ev pirsgirêk jî li gorî rêkarên yasayî hat sererastkirin.