DAIŞê 50 çekdarên xwe yên ku ji Şingalê reviyabûn, kuşt!

Mûsil (Rûdaw) – Hat zanîn ku DAIŞ, zêdetirî 50 çekdarên xwe yên ku ji şerê Şingalê reviyane, komkuj kiriye.

Berpirsê Liqa PDKê li Mûsilê, Îsmet Receb ji Rûdawê re got, piştî ku hêzên Pêşmerge dest bi operasyona rizgarkirina devera Şingalê kirin, bi sedan çekdarên DAIŞê ji wê deverê reviyan û berê xwe dan Mûsilê.

Îsmet Receb da zanîn ku rêxistina DAIŞê îro zêdetirî 50 çekdarên xwe yên ku ji şerê Şingalê reviyane, komkuj kiriye her wiha bi sedan çekdar jî ji Mûsilê reviyane û derbasî Sûriyê bûne.

Li gorî wî rayedarê PDKê, reva çekdarên DAIŞê ji Mûsilê didome û rêxistinê jî dest bi operasyonê kiriye li dijî wan çekdarên ku ji şerê Şingalê reviyane.

Îsmet Receb her wiha eşkere kir ku heta niha zêdetirî 300 çekdarên DAIŞê, ku piraniya wan biyanî ne, ji Mûsilê reviyane û derbasî Sûriyê bûne.