Sedr dadwerekî Kurd bo komîteya avakirina hikûmeta teknokrat namzed dike
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Tevgera Sedr Moqteda Sedr ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz dike, komîteyek bo pêkanîna hikûmeteke teknokrat were avakirin û pêşniyar jî dike, ku dadwerek Kurd têde bibe endam.
Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku ew dixwazin guhertinê di hikûmetê de bikin û hikûmeteke teknokrat pêk bînin, Serokê Tevgera Sedr Moqteda Sedr beyannameyek belav kir û têde daxwaza pêkanîna komîteyekê bo destnîşankirina kesên teknokrat bo kabîneya Hikûmeta Iraqê kir.
Moqteda Sedr di wê beyannameya xwe de amaje bi herrifîna proseya siyasî ya li Iraqê dike û daxwaz dike, ku guh bi rêberiya olî û daxwazên wê yên bo encamdana reforman bê dan. Sedr pêşniyar dike, hikûmetek bi serokatiya Ebadî ligel komek kesatiyên niştîmanî û serbixwe were pêkanîn, bi şêweyekê ku her wezareteke hikûmetê ji aliyê komîteyeke 3 heya 5 kesî ve were birêvebirin.
Li gor pêşniyara Sedr, herwiha pêwîst dike ku komîteyek jî wan kesan diyar bike, ku ji hejmarek dadwer, kesên akademî û siyasî pêk tê.
Moqteda Sedr di beyannameya xwe de herwiha daxwaz dike, çend pîwan bo danîna wan kesan li ber çav werin girtin. Sedr wan pîwanan wiha dide xuyakirin: 1- Ew kes serbixwe be û ti pêwendî bi ti partiyekê re nebe. 2- Xwediyê nasnameya Iraqî be û nasnameya ti welatek din nebe. 3- Xwediyê nav û navbangek baş û niştîmanperwerane be. 4- Şarezayî di rêvebirinê de hebe û xwediyê pisporiyê be.
Serokê Tevgera Sedr daxwaza kiriye, komîteya destnîşankirina wan kesan ji 3 dadwer, 3 akademîst, 3 kesatiyêns iaysî û 3 kesatî û karmendên serbixwe pêk bê.
Moqteda Sedr herwiha ji Heyder Ebadî xwastiye, ku komîteyeke şêwirmendiyê bow ê komîteyê ku ji 7 kesan pêk bê, were pêkanîn.
Li gor agahiyan, yek ji wan 3 dadwerên ku Moqteda Sedr daxwaz kiriye, di wê komîteyê de cih bigre, dadwerekî Kurd bi navê Aso Mihemed Sofî ye.
Dadwer Aso Mihemed Sofî pêştir fermana îdamkirinê bo Elî Hesen Mecîd li ser dosyaya kîmyabarankirina Helebceyê derxistibû.
Dadwer Aso Mihemed Sofî Serokê Berê yê Dadgeha Tawanan a Iraqê jî bûye.
Di daxuyaniyeke bo Rûdawê de, Mihemed Sofî red kir, ku ew bi xwe agahdar bibe ku navê wî bow ê komîteyê hatibe pêşniyarkirin û got: “Pêştir ne dûr û ne jî nêzîk ez agahdarê wê nebûm ku navê min bow ê komîteyê hatibe pêşniyarkirin.”
Derbarê qebûlkirina daxwaza Moqteda Sedr de jî, Sofî got: “Ez bi kêfxweşî ve endambûn di vê komîteyê de qebûl dikim, her çend ber çavê min ne zelal e li ser mekanîzm û şêweya karê wê komêteyê, lê belê pêwendî bi min hatiye kirin û di çend rojên dahatî de ezê bi vê mebebstê serdana Bexdayê bikim.”
Her çiqas wî dadwerê Kurd heyamek zêde li Bexdayê kar kiriye, lê belê dibêje ti pêwendiyek ligel Moqteda Sedr û tevgera wî nîne. Ew herwiha di wê baweriyê de ye ku ew dadwerên ku ji Moqteda Sedr ve nêzîkin , navê wî bo komîteyê pêşniyar kirine.
Aso Mihemed Sofî tekez kir: “Ez pêştir li Bexdayê dadwer bûm. Beşek ji wan dadwerên ku hevalên min bûn, tevlî siyasetê bûn û pêwendî bi Moqteda Sedr ve kirine, ez bawer im ku her wan ez qebûl kirime.”
Sofî dibêje: “Ez kesekî kurdperwer im û min pêwendî bi ti aliyekê ve nîne û min nabe jî.”
Dadwer Aso Mihemed Sofî kî ye?
Sala 1964ê li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1989 fakulteya yasayê li zanîngeha Mûsilê bi dawî kiriye. Heyama 13 salan li bajarê Bexdayê parêzerî kiriye.
Bo dema 8 salan Serokê Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê bûye û di wê heyamê de serpireştiya çend dosyayan kiriye, ji wan jî dosyay kîmyabarankirina bajarê Helebce, dosyaya enfalkirina Barzaniyan, dosyaya kuştina Sedriyan ku bi dosyaya nimêja înê tê anskirin, dosyaya Kurdên feylî û Raperîna 1991 a başûrê Iraqê ku bi raperîna Şeibaniye tê naskirin.
Elî Hesen Mecîd yek ji tawanbarên dosyaya kîmyabarankirina Helebceyê bû û bi îzmaya dadwer Aso Mihemed Sofî cezayê îdamkirinê jê re derket.
Sofî niha xanenişîn e û çalakvanekî warê cenosîdê ye.