Li Mûsilê 4 çekdarên Heşdî Şebiyê birîndar bûn

22-03-2026
RÛDAW
Nîşan Mûsil Êriş Heşdî Şebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baregeheke Heşdî Şebiyê li rojavayê Mûsilê hat bombebarankirin û di encamê de 4 çekdar birîndar bûn.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya ji Mûsilê Rûdawê re ragihand ku îro baregeheke Heşdî Şebiyê  li navçeya Heramatê ya Mûsilê hatiye bombebarankirin.

Navçeya Heramatê dikeve rojavayê bajarê Mûsilê.

Çavkaniyê da zanîn ku di bombebaranê de 4 çekdarên Heşdî Şeibî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, du ji birîndaran 30 salî, yek 37 salî û yê din jî 27 salî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst