Li Mûsilê 4 çekdarên Heşdî Şebiyê birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Baregeheke Heşdî Şebiyê li rojavayê Mûsilê hat bombebarankirin û di encamê de 4 çekdar birîndar bûn.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya ji Mûsilê Rûdawê re ragihand ku îro baregeheke Heşdî Şebiyê li navçeya Heramatê ya Mûsilê hatiye bombebarankirin.
Navçeya Heramatê dikeve rojavayê bajarê Mûsilê.
Çavkaniyê da zanîn ku di bombebaranê de 4 çekdarên Heşdî Şeibî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, du ji birîndaran 30 salî, yek 37 salî û yê din jî 27 salî ye.