6 jê serkirde 36 çekdarên DAIŞê hatine kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Berevanî ya Iraqê Yehya Resûl ragihand, ku di encama bombebarana firokeyên şer de 36 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Firokeyên şer ên artêşa Iraqê çend roj beriya niha di nava axa Sûriyê de li dijî çekdarên DAIŞê operasyoneke pêk anîn.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Iraqê Yehya Resûl ragihand, ku di encama wê operasyonê de 36 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Yehya Resûl da zanîn, ku 6 ji wan serkirdeyên rêxistina DAIŞê bûne.
Roja 19ê Nîsanê Ofîsa Heyder Ebadî ragihadnibû, ku bi destûra fermî ya Wezareta Berevaniyê firokeyên şer ên wî welatî li nav axên Sûriyê bi ser çekdarên DAIŞê de bombe barandine.
Di dîmenên hatibûne belavkirin de dihate dîtin, ku avahiyeke 2 qat tê armanckirin û bi temamî tê hilweşandin.