Çekdarên cîhadî êrişî 2 girtîgehên Bexdayê kirin: Herî kêm 10 kuştî

22-07-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn di encama êrişa li dijî du girtîgehên bajarê Bexda yê Iraqê de bi dehan girtî reviyane. Rayedarên ewlehiya Bexdayê jî dibêjin, girtîgeh ketine bin kontrola wan.

Şeva borî girtîgehên Tacî û Ebû Xurêb li nêzîkî paytexta Iraqê Bexdayê rastî êrişa komên çekdar hatin û tê gotin gelek girtî ji wan girtîgehan reviyane.

Derheqê bûyerên şeva borî yên Bexdayê de, berdevkê operasyonên Bexdayê Seid Mein daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, hêzên ewlehiyê yên Bexdayê bi alîkariya hêzên hewayî yên artêşa Iraqê êrişa çekdaran li dijî girtîgehên Tacî û Ebû Xurêb têk bidin û 2 otomobîlên bombekirî jî pûç bikin.

Her wiha li gorî ajansa France Press, di encama êrişa li dijî girtîgehên Bexdayê de 12 serbazên iraqî hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din, ajansa bi navê “Henîn” ku girêdayî komên cîhadî yên îslamî ne, ragihand, bi alîkariya girtiyên girtîgeha Ebû Xurêb, çekdarên cîhadî karîn girtîgehê têk bidin û bi hezaran girtî jî ji girtîgeha Tacî birevin.

Endamê lêjneya asayiş û parastinê li parlamentoya Iraqê Hakim Zamilî jî diyar kir ku duh 500-1000 girtî ji girtîgeha Ebû Xurêb reviyane.

Helbet êrişa li dijî girtîgehên Iraqê ji aliyê çekdaran ve cara yekê nîne rû dide, ji ber ku beriya niha jî gelek caran bûyerên bi vî rengî rû dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst