Tenê rêyek maye û DAIŞî ji wir direvin

Şingal (Rûdaw) – Her ku hêzên Heşda Şeibî nêzîkî navçeya Tileferê dibin, çakdarên DAIŞê jî tevgera xwe ya revê bileztir dikin.

 

Ev 5 roj in bi şev û roj, çekdarên DAIŞê yên li navçeya Tilefera Mûsilê, bi otomobîlên xwe ji Tileferê ber bi Sûriyê ve direvin. Her ku Heşda Şeibî ji bo dorpêçkirina Tieleferê gavekê diavêje, tevgera otomobîlên DAIŞiyan jî bileztir dibe.

 

Tenê rêya qezayên Bilbic û Beacê di destê DAIŞê de maye ku ev rê Mûsil û Reqayê bi hev ve girêdide.

 

Yek ji fermandarê pêşmerge Nizar Barzanî ji Rûdawê re got: “Eger ev rê bê girtin dê rêya hatinçûna Mûsil û reqayê bê qutkirin û çûnhatina alîkariyan jî nemîne. Ji ber vê yekê, ji aliyê leşkerî ve girtina vê rêyê giring e.”

 

Li eniya Rojavayê Mûsilê, Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî tenê 19 kîlometreyan ji hev dûr in. Çekdarên DAIŞê di vê navbeynê de kom bi kom, bi karwanên otomobîlan ji Tileferê direvin.

 

Fermadarekî din ê Hêzên Pêşmerge, Muqedem Bedirxan Guvey jî dibêje, “Ev deriyê dawiyê ye bo DAIŞê. Rojane 200 heta 300 otomobîl ji vir derbasê Sûriyê dibin.”

 

Li ber çavê Şingaliyan reva DAIŞiyan bi wate ye lê ew bi guman in ku jin û keçên wan ên di destê DAIŞê de jî bi vê rêyê ve dibin Sûriyê.

 

Rêveberê Karûbarên Rewenda Êzidiyan Hisên Kur ji Rûdawê re got; “Em dixwazin ev rê zû bê girtin da ku DAIŞ nekare ixsîrên êzidî yên di destê xwe de birevîne Sûriyê.”

 

Ev 2 sal û nîve DAIŞ rêya di navbera Mûsil û Reqayê de bikar tîne.