“Bîra Mirinê” ya DAIŞê hat dîtin

Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Iraqê, li başûrê Mûsilê bîreke mezin dîtin ku DAIŞ navê “Bîra Mirinê” lê kiribû.

 

Hêzên Iraqê li deverên başûrê Mûsilê rastî bîreke mezin hatin. Ev bîr ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kolandin û çekdarên DAIŞê mirovên ku kuştine, avêtiye nava vê bîrê.

 

Hat ragihandin ku li derdora bîrê, hêj dewsên xwînê hene û hêzên Iraqê wisa pêşbînî dikin, ku di binê bîrê de gelek termên miovan hebin.

 

Welatiyên wê deverê dibêjin, çekdarên DAIŞê navê “Bîra Mirinê” dane vê derê û ji niştecihên wê herêmê bi dehan kes birine, li wê derê kuştine û avêtine nava wê bîrê.

 

DAIŞa ku kuştina xelkê û kesên li dijî xwe di vîdeoyan de tomar dike û belav dike, gelek komkujiyên bi vî şiklî kirine.