Wezareta Parastinê: Kesên li Hewîce hatine kuştin Qaîde û Baasîne
Bexda (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku hemû rêyên çareseriyê yên aştiyane bikaranîn, lê bê encam bûn û ji ber vê yekê êrişî xwepêşanderên Hewîce kirine. Herwiha wezaretê ew qurbanî wekî endamên Qaîde û bermayên Baasê bi nav kir.
Wezareta Parastinê ya Iraqê li ser bûyerên Hewîce daxuyaniyekî nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Gelek kesayetiyên siyasî û şêxê êşîrên navçeyên hewldan ku xwepêşander rê bidin ku artêş wan kesên tawanbar bigrin. Lê wan gefa bersivdana bi çekan dan.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ligel vê yekê jî hêzên artêşê rê vekirin ku xwepêşanderên derdora wan hatine girtin, ji bo vegerin ser mal û halên xwe. Beşek ji wan meydan vale kirin û yên mane jî çekdar bûn, êrişê artêşê kirin. Di encamê de çend leşker kuştin û gelek jî birîndar bûn. Ew jî Qaîde û bermayên Baasiyan in.”
Di dawiya daxuyaniyê de hişyariya wê yekê li tevayî xwepêşanderan hatiye kirin ku wê çarenivîsa wan heman çarenivîsa xwepêşanderen Hewîce be.
Firqeya 12 a girêdayî fermandariya operasyonên Dîcle, îro êrişê qezaya Hewîce ya girêdayî Kerkûkê kir. Di encamê de 50 welatî hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn. Xwepêşanderan jî 6 leşkerên Iraqê kuştin.