BEXDA - Şîeyan hîn li ser namzedekî li hev nekiriye

3 demjimêr berê
RÛDAW
Civîna Çarçoveya Hevahengiyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Civîna Çarçoveya Hevahengiyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bexda Çarçoveya Hevahengiyê Şîeyên Îraqê
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Roja yekşemê wextê destûrî yê li ber aliyên siyasî yên ji bo diyarkirina namzedê serokwezîrtiyê bi dawî dibe.

Tevî vê yekê jî, heta niha Çarçoveya Hevahengiyê li ser navekî li hev nekiriye û ev rewş bûye sedema nerazîbûna parlamenteran.

Nerazîbûna parlamenteran li dijî derengketinê

Beşek ji parlamenteran ji vê sistî û derengketinê aciz in.

Ew hişyariyê didin ku eger derengketin berdewam bike, ew dê îmzeyan kom bikin da ku guvaşê bixin ser serokkomar da ku vê pirsê çareser bike.

Endamê Komîteya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê Mehmûd Falih li ser helwesta parlamentoyê got:
"Wekî parlamento divê li hemberî tiştên ku diqewimin helwesteke me ya cidî hebe.

Divê em îmzeyan kom bikin û daxwazê ji serokkomar bikin ku kesekî hilbijêre û wî ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike."

"Rewş giran e, pêdivî bi hikûmetê heye"

Binpêkirina wextên destûrî li Îraqê ne tiştekî nû ye.
Lê belê niha çav li civîna roja înê ya "Çarçoveya Hevahengiyê" ne ku dê biryarê li ser namzedê serokwezîrê paşerojê bide.

Endamê Komîteya Avakirin û Bipêşketinê Mensûr Beîcî tekezî li ser hestyariya rewşê kir û got:

"Ez bawer dikim ev ne cara yekem e, bi dehan caran destûr bi çar-şeş mehan hatiye binpêkirin lê niha rewş ji ya berê cuda ye.

Niha hikûmet di nav rewşeke giran a aborî, darayî û ewlehî de derbas dibe.

Pêwîst e, hemû partî berpirsyariyê wergirin ser milên xwe û di zûtirîn wext de hikûmetê pêk bînin û budce ji bo gelê Îraqê were pesendkirin, çimkî rewş êdî ranagire."

Krîza navxweyî ya Şîeyan didome

Her çend ji 11ê Nîsanê ve serokkomar hatiye hilbijartin jî, nakokiyên navxweyî yên Şîeyan hîn jî wekî "girêka kor" mane.

Bipaşxistina civînên di nava Çarçoveya Hevahengiyê de, nîşaneya kûrbûna nakokiyên navbera serkirdeyên wan e.

Heta niha ne zelal e ka dê berî qedandina wextê destûrî bigihîjin lihevkirinekê an dê ducare wî wextî bin pê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst