Elî Zeydî: Armanca me ew e ku em bigihîjin peymanekê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ji Mesrûr Barzanê re got, "Armanca me çareserkirina pirsgirêkan e û ew e ku em bigihîjin peymanekê."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê ye.

Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de, bi Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî re civiya.

"Divê em pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bikin"

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ji ber destbikarkirina wî pîrozbahî li Serokwezîrê Îraqê kir.

Mesrûr Barzanî piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo biserketina hikûmeta wî anî zimên.

Mesrûr Barzanî ragihand ku ew piştgiriyê didin hikûmeta nû da ku bêyî cudakariyê xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Îraqê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal kir.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê ev pirsgirêk bi awayekî bingehîn, li ser bingeha destûrê û bi rêzgirtina statuya federal a Herêma Kurdistanê werin çareserkirin.

"Em hemû hevparên vî welatî ne"

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku Elî Zeydî ji ber serdana Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da.

Elî Falih Zeydî tekez kir û got, "Em hemû hevparên vî welatî ne û armanca me çareserkirina pirsgirêkan e.

Em dixwazin bigihîjin peymanekê û bêyî cudakariyê xizmeta hemû welatî û pêkhateyan bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku her du alî li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê hemfikir in.

Hat ragihandin ku dê ev hevahengî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina astengî û zehmetiyan be.