Birêveberiya Polîsê Enbarê: Êriş li Baregeha Eyn Esedê nehatiye kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku wan bi mûşekan êrişî baregeha Eyn Esed a Amerîkayê kiriye û Birêveberiya Polîsê Enbarê jî diyar kir ku ti êriş li Baregeha Eyn Esedê nehatine kirin. 

Malpera Tesnîm a nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku Supaya Pasdaran bi navê “Mizgîniya Serkeftinê" li dijî baregehên Amerîkayê yên Îraq, Qeter û Bahreynê dest bi êrişekê kiriye.

Baregeha Eyn Esed a Amerîkayê li parêzgeha Enbarê ya Îraqê ye.

Supaya Pasdaran navê operasyonê kiriye “Mizgîniya Serkeftinê”

Malpera fermî ya Îranê IRIBê jî diyar kir ku Supaya Pasdaran bi mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Eyn Esed kiriye. 

Berpirsekî Koşka Spî ji Rûdawê re got: "Wezareta Parastinê û Koşka Spî ji êrişa ser Baregeha Udeyd a li Qeterê agahdar in û derbarê wê de lêkolînê dikin."

Li aliyê din, çend berpirsan ji kanala CNBC ya Amerîkayê re got, "Donald Trump, ji bo gotûbêjkirina êrişan bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê re li Odeya Operasyonan e."

Birêveriya Polîsê Enbarê bi rêya Rûdawê red dike ku êriş li ser baregeha Eyn Esedê hatibe kirin.

Birêveberê Ragihandin û Peywendiyan ê Birêveberiya Polîsê Enbarê Ehmed Meşhedanî ji re got, "Heta niha baregeha Eyn Esed rûbirûyî ti êrişekê nebûye û ew nûçeyên ku derbarê vê yekê de tên belavkirin, ji rastiyê dûr in."

Baregeha leşkerî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê ye 180 kîlometre ji rojavayê Bexdayê dûr e. Artêşa Îraqê û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê lê dimînin.

Nêzîkî 2,500 leşkerên Amerîkayê li Îraqê hene.

Berê ev binke çendîn caran ji aliyê komên çekdar ên Îraqê ve ku xwe wekî "Berxwedana Îslamî" bi nav dikin, bi dron û mûşekan hatiye armanckirin û her wiha berê jî ji aliyê Îranê ve hatibû bombebarankirin.