Galeriya wêneyan

23-07-2019
11 Photos
RÛDAW

Semawe (Rûdaw) - Li herêma Şêxey Nugreselman a li parêzgeha Musenna, Adara 2018an 4 gorên bikom ên enfalkiriyan hatibûn destnîşankirin. Îro yek ji wan gorên bikom hat vekirin û rufatên 75 kesan enfalkiriyan jê hatin derxistin ku piraniya wan jin û zarok bûn.

 

Yek ji wan chên ku weke gorên bikom hatibûn destnîşîankirin, ti term tê de nehatin dîtin û herdu gorên din ên bikom jî piştî karê li ser gora ku îro hatibûn vekirin bidawî bû, dê bên vekirin.

 

Endamê Lijneya Şehîdan li Parlamentoyê Hedar Barzanî, derbarê rufatên ku ji gorên bikom hatine derxistin de ji Rûdawê re ragihand: “Li gor lêkolînên destpêkê rufatên ku ji wan gorên bikom hatine derxistin ên xelkê Germiyan in û kesûkarên Teymur in. Ji ber hindê heftiya bê Teymur ji Amerîka vedigere bo şahidiya vekirina gorên bikom bike.”

 

Teymur Ebdulla di dema enfalê de ji çaleke ku kesûkarên wî tê de hatin kuştin bi birîndarî rizgar bû û hemû endamên malbata wî hatin kuştin û kesê wî nema. Teymur, piştî wê bûyerê ji aliyê malbateke ereb ve tê mezinkirin û ew malbat wî piştî raperînê tîne bo Kurdistanê. Mam Celal jî, Teymur Ebdulla bo xwendinê dişîne Amerîkayê. Teymur Ebdulla di dadgehkirina Sedam Husên de yek ji mezintirîn şahidên kiryarên Sedam bû ku beşdarî di dadgehkirina wî de kir.