Îraqê bersiv da Amerîkayê: DAIŞ ji bo me ne metirsî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan roja şemiyê ragihand ku çeteyên DAIŞê ji bo welatê wan metirsî nînin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê  ragihand ku ew ji ber liv û tevgera berdewam û berbelavbûna rêxistinên DAIŞ û El Qaîdeyê yên li herêmê nîgeran e û da zanîn ku ew dê di şerê li dijî "terorê" de girîngiyê bide hevahengiya bi welatên herêmê re.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan bersiv da Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê.

"Çeteyên DAIŞê ne metirsî ne"

Sebah Numan ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) re got, “Çeteyên DAIŞê ji bo Îraqê ne metirsî ne û hêzên me yên ewlehiyê bihêz in û ji bo mijûlbûna bi pêşhatên ewlehiyê re di amadebaşiyê de ne."

Numan anî ziman, "Rojane şopandin û operasyonên me yên ewlekarî û îstixbaratê li dijî endamên terorê li her derê hene û bi saya vîn û hişyariya hêzên ewlehiyê, ew berdewam derbeyan dixwin."

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê tekez kir ku sînorên wan parastî ne û got, “Sînor bi temamî ewle ne û ti pêşhatên herêmî rasterast bandorê li ewlehiya Îraqê nakin û em ji şiyanên hêzên ewlehiyê yên li qadê û yên îstixbaratê piştrast in."

Derbarê nîgeraniyên navneteweyî de jî Numan got, “Tirsên navneteweyî yên ji çeteyên DAIŞê bi rewşa Îraqê ve ne girêdayî ne, ji ber ku rêxistin bi xwezayî metirsiyeke herêmî û navneteweyî ye û li gelek welatan heye. Lê heta ku bi Îraqê ve girêdayî be, rêxistin şeht bûye û derbeyên berdewam ji hêzên ewlehiyê yên bi amadekarî û morala herî bilind dixwe."

Balyozxaneya Amerîkayê çi gotibû?

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma "X"ê wiha nivîsandibû:

"Amerîka ji bo têkoşîna li dijî terorê, pêşikiyê dide hevkariyên bi hevpeyman û aliyên herêmî û ji ber operasyonên berdewam û berfirehbûna herêmî ya DAIŞ û El Qaîdeyê em nîgeraniya xwe ya kûr tînin ziman."

Balyozxaneyê di heman twîtê wiha got, "Amerîka pesnê wan welatên endam ên Neteweyên Yekbûyî dide ku zextên xwe yên ji bo têkoşîna li dijî terorê ya li Îraq, Sûriye û Somaliyê domandine û bi vî awayî operasyonên DAIŞê sînordar kirine."