Li Iraqê zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê teslîm bûn

23-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Babil a Iraqê teslîmî hêzên iraqî bûne.

 

Li gorî ajansên iraqî, Serokê Lêjneya Ewlehiyê ya Encumena parêzgeha Babilê, Samir Zîban ragihand, piştî ku artêşa Iraqê bajarokê Corfulsexr ê girêdayî parêzgeha Babilê dorpêç kirine zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê teslîm bûne.

 

Samir Zîban diyar kir ku di nav wan çekdarên de 2 berpirsên mezin ên DAIŞê jî hene ku berê di nav El Qaîdê de alîkarên Serokê rêxistinê Ebû Museb Zeraqwî bûn.

 

Li gorî Zîban, wan berpirsên DAIŞê ku navên wan jî Silêman Feyhan û Arif Cenabî ye, dema di nav El Qaîdê de bûn di heyama salên 2003 û 2005an li Iraqê êrişên terorîstî kiribûn.

 

Derdora 4 mehan e artêşa Iraqê û milîsên şîe bajarokê Corfulsexr li parêzgeha Babilê ku di destê DAIŞê de ye, dorpêç kirine.

 

Li hember vê yekê, çekdarên DAIŞê ji duh ve dest bi êrişên berfireh li djiî bajarokê Amiriye yê girêdayî bajarê Fellûce li parêzgeha Enbarê ya Iraqê kirine. Amiriye hevsînorê Corfulsexr e lê li gorî agayan, çekdarên DAIŞê di wî şerî de derbên giran xwarine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst