Mark Savaya dê dilgiraniyê yan xweşguzeraniyê bibe Îraqê?
Michigan (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, Mark Savaya yê bi eslê xwe Îraqî wekî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê destnîşan kir.
Mark Savaya kî ye, kî dê li Îraqê pê kêfxweş bibe û kî dê ji ber destnîşankirina wî dilgiran be?
Ji bo bersiva vê pirsê, Rûdaw li Michiganê ye, eyaleta ku Mark Savaya lê mezin bûye da ku bi malbata wî û kesên ku wî ji nêzîk ve nas dikin re biaxive.
Li yek ji navçeyên herî xweş ên Michiganê, li nêzîkî Gola Cassê, xalê Mark Savaya dijî.
Wî di xortaniya Mark Savaya de sponsoriya wî kiribû da ku bi malbata xwe ya Xiristiyan re ji bo jiyaneke nû were Amerîkayê û rewşa ne aram a Îraqê li pey xwe bihêle.
Xalê Mark Savaya, Îsam Setam ji Rûdawê re got:
"Ez texmîn dikim Mark 16 an 17 salî bû dema ku koçî Amerîkayê kir.
Gelekî jîr bû, gelekî zû hîn dibû, gelekî zû fêrî ziman bû û gelekî bilez bi pêş ket.
Her tim malbata xwe bi jîrbûn, wêrekî û zîrekiya xwe matmayî dihîşt."
Mark Savaya li wir mezin bûye, li cihekî ku tenê tabloyên dikanan bes in da ku mirov bizane ku civaka herî mezin a Îraqî û Kildanî li vir e.
Yanî eger Mark Savaya ji Îraqê dûr ketibe jî, bi temamî ji çanda xwe qut nebûye.
Mark Savaya bi wê yekê tê naskirin ku karsazê "Leaf and Bud" ê markaya herî navdar a esrarê (kanabîs) li vê eyaletê ye.
Eger hûn li dîwar binêrin, hûn dê bibînin ku navê wî li ser e.
Lê çawa vî karsazê Kildanî yê ji Bexdayê karî alîkariya Trump bike da ku dengên Misilmanên eyaletê bi dest bixe?
Siyasetmedarê Kildanî-Amerîkî Sam Yono derbarê mijarê ji Rûdawê re da zanîn:
"Sala borî di dema bangeşeya hilbijartinan a Donald Trump de, min Mark zêdetir nas kir û em bi hev re xebitîn.
Em bi hev re beşdarî gelek merasîm û civînan bûn.
Wî gelek piştgirî dida Donald Trump. Wî pere û demeke baş ji bo serkeftina Donald Trump terxan kir."
Ev kesê bi tecrube ku bi birêvebiriyên cuda yên Amerîkayê re xebitiye, du taybetmendiyên Mark eşkere dike ku dikarin di posta wî ya yekem a siyasî de alîkariya wî bikin.
“Kesekî lihevhatî ye”
Sam Yono wiha pê de çû:
"Xala sereke li vir ew e ku ew pêywendîkarekî baş e. Axaftvanekî baş e û bi ya min kesekî lihevhatî ye."
Karsazekî din ê Michiganê ku ji nêzîk ve Mark Savaya nas dike, dibêje divê komên çekdar ên nêzîkî Îranê ji hatina vî xortî dilgiran bin.
Karsazê Îraqî-Amerîkî yê li Michiganê Esed Keleşo jî ji Rûdawê re got:
"Amerîka şaş bû ku Îraq ji bo kesên ku alîgirên wan di nav nûnerên Îranê de hene bi cih hişt.
Niha, birêz Serok, bi îhtimaleke mezin bi temamî dizane ku divê çi were kirin û ez hêvîdar im ku Mark û kesên din karibin alîkariya wî bikin da ku wî karî bi cih bînin."
Heta ew Îraqiyên ku ji nêzîk ve Mark nas nakin jî hêvîdar in ku ev karsaz, ji dîplomatên kevneşopî cudatir bi Îraqê re miameleyê bike û alîkariyê bike ku bikeve ser rêya bipêşketinê.
Karsazê Kurd ê li Michiganê Umêd Elî jî ji Rûdawê re anî ziman:
"Em hemû piştgiriyê didin wî û ew dê serkeftî be, ji ber ku kevneşopiyên wî yên Îraqî hene û pêywendiyeke wî ya baş bi hemû aliyên Îraqî yên li hundir û derve re heye."
Her wiha, çalakvanê siyasî yê Îraqî-Amerîkî Mihemed Mûsewî jî da zanîn:
"Ew dikare li Îraqê her tiştî bike. Pêdiviya Îraqê bi pispor û kesên jîr heye.
Li Îraqê kesên jîr hene lê tenê Mark dikare deriyan ji derveyî welat ji bo te veke."
Ji koçberekî ciwan heta nûnerê Serokê Amerîkayê, rêwîtiya Mark ji aliyekî ve çîroka hewldanê ye.
Ew xortê ku rojekê neçar ma welatê bapîrên xwe biterikîne, îro derfet jê re çêbûye ku bandorê li paşeroja wî welatî bike.