Li Bexdayê bîlançoya giran: Di 11 mehan de 19 hezar kûçik hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdaya paytexta Îraqê di nava 11 mehan de komîteyekê 19 hezar û 325 kûçikên berdayî bi tifingan kuştine.

Komîteyê paşê termên wan ji bo cihên taybet ên avêtina çopê veguhastine.

Berdevkê Parêzgariya Bexdayê Udey Cendîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:

"Kuştina wan kûçikan di hezar û 523 hewlan de bû ku ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an heta 11ê Çiriya Paşîn hatine kirin."

Kuştina kûçikên berdayî li gorî yasaya tenduristiya ajelan e ku bi rêya komîteyekê tê kirin.

Ew komîte ji endamên şaredariyên her parêzgehekê û aliyên pêwendîdar pêk tê.

Udey Cendîl her wiha da zanîn ku ew kûçik bi rêya komîteyekê tên kuştin û nûnerên parêzgehê, beytariyê û Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê tê de ne.

Parêzgariya Bexdayê tifingên nêçîrê ji bo wan dikire.

Kesekî ji Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê çekan diteqîne û nûnerê beytariyê jî li gel wan e.

Berdevkê Parêzgariya Bexdayê amaje bi wê yekê kir ku sedema kuştina wan kûçikan nebûna stargehan e.

Cendîl her wiha diyar kir ku piştî kuştina kûçikan, leşên wan ji bo du cihên taybet ên komkirina çopê tên birin.