کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Heşdî Şebiyê Sead Baicî / Wêne: Heşdî Şebî

Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Heşdî Şebiyê Sead Baicî / Wêne: Heşdî Şebî

ÎRAQ

Baregehên Heşdî Şebiyê bi dijwarî hatin bombebarankirin

RÛDAW

RÛDAW

24-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir
ÎRAQ15-11-2026

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin
ÎRAQ09-11-2026

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Babil û Enbarê yên Îraqê şeva borî baregehên Heşdî Şebiyê bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Birêvebiriya Ragihandinê ya Desteya Heşdî Şebiyê îro daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Heşdî Şebiyê Sead Baicî li gel çend çekdarên din di encama êrişeke asmanî ya Amerîkayê ya li baregeha wan a fermandariyê de hatine kuştin.

Heşdî Şebiyê diyar kir ku ev êriş di demekê de bûye ku ew fermandar û çekdarên din mijûlî pêkanîna erkê xwe yê niştimanî bûne.

Heşdî Şebiyê ev êriş wekî "destdirêjiyeke tirsonek" bi nav kir. 

Bangî aliyên siyasî kir

Heşdî Şebiyê di daxuyaniya xwe de bangî aliyên siyasî yên Îraqê kir ku berpirsyariya xwe hilgirin û li hemberî "binpêkirinên berdewam ên Amerîkayê" rawestin.

Heşdî Şebiyê tekez kir ku pêwîst e ji bo parastina serweriya welêt û danîna sînorekî ji bo wan êrişan helwesteke zelal û tund were wergirtin.

20 kuştî û birîndar hene

Li aliyê din,  çavkaniyekê ji Birêvebiriya Tenduristiyê ya Enbarê ji Rûdawê re ragihand ku îro êrişeke asmanî li baregeheke Heşdî Şebiyê ya li herêma Hezbeyê hat kirin.

Li gorî zanyariyên destpêkê yên wê çavkaniyê, di êrişê de nêzîkî 20 kuştî û birîndar hene.

Medyaya Heşdî Şebiyê ji bilî kuştina Sead Baicî, kuştina du fermandarên xwe yên din jî ragihand.

Li gorî ragihandina medyaya Heşdî Şebiyê, Birêvebirê Îstixbarata Heşdî Şebiyê ya li Enbarê Wasiq Fertûsî û Birêvebirê Asayîşa Heşdî Şebiyê ya li Enbarê Heyder Memûrî jî hatine kuştin.

Berxwedana Îslamî 21 êriş pêk anîn

Di dema 24 demjimêrên borî de, ev cara heştemîn e ku êrişên asmanî li ser baregehên Heşdî Şebiyê yên li parêzgehên Babil, Enbar û Nînowayê tên kirin.

Li hemberî vê yekê komên Berxwedana Îslamî ragihand ku wan di nava 24 demjimêran de 21 êrişên bi mûşek û dronan li ser pêgehên Amerîkayê yên li Îraq û herêmê pêk anîn.

Pirsên