Heşdî Şebiyê kuştina 15 çekdarên xwe ragihand
Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Heşdî Şebiyê ragihand ku di êrişeke asmanî ya Amerîkayê de Fermandarê Operasyonên Enbarê û 14 çekdarên wan hatine kuştin.
Hat zanîn ku Amerîkayê êrişî baregeha operasyonan a wê hêzê ya li parêzgeha Enbarê kiriye.
Fermandarê operasyonan hat kuştin
Desteya Heşdî Şebiya Îraqê îro navên wan 14 çekdarên xwe belav kirin ku li gel fermandarê operasyonên Enbarê hatine kuştin.
Li gorî desteyê, ew çekdar di êrişa Amerîkayê ya li dijî baregeha operasyonan a Heşdî Şebiyê ya li Enbarê de hatine kuştin.
Her wiha Desteya Heşdî Şebiyê diyar kir ku di wê bombebaranê de ji bilî 14 çekdaran, Fermandarê Operasyonên Heşdî Şebiyê yên li Enbarê Sead Baicî hatiye kuştin.
"Zêdetirî 20 çekdaran birîndar bûn"
Çavkaniyekî berpirs ê ji Enbarê îro Rûdawê re got, “Zêdetirî 20 çekdarên Heşdî Şebiyê di wê bombebaranê de birîndar bûn."
Çavkaniyê da zanîn ku birîndar veguhastine nexweşxaneyên Enbarê û rewşa tenduristiyê ya hinek ji wan xirab e û got:
"Li cihê bombebaranê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina çekdarên din ên Heşdî Şebiyê didomin ku guman heye di bin kavilên baregehê de mabin."
Li Bexdayê ji bo kuştiyên wê bombebaranê merasîmeke veşartinê tê lidarxistin.
Piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re komên çekdar ên Şîe û artêşa Amerîkayê li Îraqê êrişî hev dikin.
Nasnameyên kuştiyan
Navên çekdar û fermandarê Heşdî Şebiyê yên ku di bombebarana Enbarê de hatine kuştin ev in:
1- Sead Baicî (Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Heşdî Şebiyê)
2- Mihemed Fazil Mihemed
3- Kerar Heyder Şaxî
4- Ziya Salim Mûsa
5- Cewdet Kazim Hîlal
6- Yûsif Husên Qeyser
7- Feysel Turkî Cabir
8- Ehmed Mihemed Cesîm
9- Zefar Xuzeyr Şezer
10- Ehmed Hamid Sedûn
11- Zeynelabidîn Îmad Ebûd
12- Hesen Mihemed Samir
13- Husên Fazil Elî Xan
14- Îhsan Selîm Îsmaîl
15- Heysem Mihemed Meter