Baregeha Serokê Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz a li parêzgeha Nînowayê hat bombebarankirin.
Heta niha zererên bombebaranê nayên zanîn.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku baregeha Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz a li Nînowayê hatiye bombebarankirin.
Wê çavkaniyê derbarê cihê baregehê de got, "Baregeh li devera Ereban a li beşa çepê ya Mûsilê ye.
Her dema ku Falih Feyaz diçe Nînowayê li wê derê dimîne."
Zererên madî hene
Heta niha ne diyar e ka di bombebaranê de zererên canî hene yan na lê zerereke madî gihiştiye baregehê.
Divê were gotin ku baregeha sereke ya Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz li Bexdaya paytexta Îraqê ye.
Di 24 demjimêran de gelek êriş hatin kirin
Li parêzgehên Enbar, Nînowa, Babil û Selahedînê di 24 demjimêrên borî de gelek caran êrişî baregehên komên çekdar ên Heşdî Şebiyê hat kirin.