Serokkomariya Îraqê: Em êrişa li Pêşmergeyan bi tundî şermezar dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Îraqê "bi tundî" êrişa li hêzên Pêşmergeyan şermezar kir.
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ragihandibû, îro serê sibehê Îranê bi şeş mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Serokkomariya Îraqê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.
Serokkomariya Îraqê ragihand, "Em bombebarana ku Hêzên Pêşmergeyan li Soranê kir armanc bi tundî şermezar.
Di encamê de hejmarek têkoşer şehîd ketin û gelekên din jî birîndar bûn."
Serokkomariya Îraqê di heman demê de sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdan kir û got:
"Em bi serbilindî fedakariya Pêşmergeyên qehreman bi bîr tînin ku ji bo parastina ewlehî û aramiyê canê xwe feda kir.
Em her wiha hêviya başbûneke bilez ji birîndaran re dixwazin."
Serokkomariyê tekez kir ku Hêzên Pêşmerge her dem stûneke sereke ya pergala parastina niştimanî bûne û beşdariyeke wan a bi bandor di rûbirûbûna terorê û misogerkirina ewlehî û aramiyê de heye.
Serokkomariya Îraqê daxwaza rêzgirtina li serweriya Îraqê û redkirina her cure destdirêjiyeke li ser hêzên ewlehiyê kir.
Serokkomariyê her wiha tekezî li ser girîngiya bihêzkirina hevahengî û hevkariya di navbera hemû hêzên niştimanî de kir da ku ewlehiya welat û xwîna welatiyan were parastin.