Li Selahedînê baregeheke Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heşdî Şebî Selahedîn Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Heşdî Şebiyê ragihand ku vê êvarê baregeheke Lîwaya 31ê ya hêzên wan li navçeya Bêciyê ya parêzgeha Selahedînê hatiye bombebarankirin.

Di encama bombebaranê de 7 kes birîndar bûn.

Desteya Heşdî Şebiyê li ser bombebaranê daxuyanî da.

Desteya Heşdî Şebiyê ragihand ku baregeha Lîwaya 31ê ya li herêma Sîniyeyê ya navçeya Bêciyê ya parêzgeha Selahedînê bi balafirên şer hatiye bombebarankirin.

Desteyê da zanîn ku bombebaran îro demjimêr derdora 17:50yî çêbû û baregeh 2 caran hatiye bombebarankirin.

"Baregeh wêran bû"

Çavkaniyeke ewlehiyê ya parêzgehê li ser bombebaranê ji Rûdawê re got:

"Ew cihê ku hatiye armanckirin jê re 'Baregeha Lîwaya 31ê ya Rîsaliyûn' tê gotin.

Ew der baregeha asayîş û fewca taybet a lîwayê ye."

Heşdî Şebiyê li ser zirarên êrişê jî ev zanyarî dan:

"Di encama wê êrişa sitemkar de 7 kes birîndar bûn û baregeha lîwayê jî wêran bû."

Li 4 parêzgehan êrişên din

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş berdewamiya wan "destdirêjiyên sitemkar" in ku li dijî Heşdî Şebiyê tên kirin.

Hat gotin ku ew êriş li herêmên cuda yên Îraqê li dijî pêgeh û baregehên wan pêk tên.

Di 24 demjimêrên borî de li parêzgehên Enbar, Nînowa, Babil û Selahedînê çend êrişên din jî li dijî Heşdî Şebiyê û komên din ên çekdar hatin kirin.

Di êrişa li Enbarê de fermandarê operasyonan û 14 çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst