Artêşa Iraqê dest bi qonaxa duyem a operasyona 'Vîna Polayî' kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêş û Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê qonaxa duyemîn a operasyona bi navê "Vîna Polayî" li dijî DAIŞê li parêzgeha Enbarê ya li ser sînorê Sûriyê destpê kir. Serokwezîr Kazimî li Enbarê serdana Hêzên Parastina Sînor kir.

Operasyona “Vîna Polayî” ya Artêşa Iraqê li dijî DAIŞê li rojavayê parêzgeha Enbarê berdewam e. Hêzên Cezîre, Enbar, Fermandariya Operasyona Kerbelayê û çekdarên Heşda Şebî jî piştgiriyê didin operasyonê.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî doh Şemiyê çû Enbarê û serdana Hêzên Parastina Sînorî, navenda Heşda Şebî kir û li ser qonaxa duyem a operasyonê agahî wergirt.

Kazimî ji DAIŞê re: Ji mirinê pê ve tu çareyeke we nemaye

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê, Kazimî li vir bi serbazan re axivî û diyar kir ku ew ê DAIŞê têk bibin.

Kazimî got, “Terorîstên DAIŞê difikirin ku di warê serbazî û ewlehiyê de me diceribînin lê şikir ji Xwedê re roj bi roj em serkeftinê bi dest dixin û hûn jî roj bi roj têk diçin. Ji mirinê pê ve çareyeke we nemaye.”

Kazimî her wiha anî ziman, “Çawa ku me payebilindên DAIŞa rêxistina terorê yek bi yek ji holê rakirin, em ê Emîrê nû yê rêxistinê jî bi heman awayî ji holê rakin. Em ê terorîstên DAIŞê têk bibin û dîroka xwe bi serkeftin û fedakarî binivîsînin."

Operasyona "Vîna Polayî" ku niha di qonaxa duyemîn de ye, di meha Adarê de hatibû destpêkirin.

Li aliyê din Artêşa Iraqê bi beşdariya hêzên Dijî Teror û Hêzên Taybet li parêzgeha Diyalayê dest bi operasyona esmanî û bejayî kir.