Amerîkayê ji bo agahiyên li ser Ebû Ala Welayî 10 milyon dolar xelat diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo her kesê ku zanyariyan li ser cihê mayîna serkirdeyê koma Ketayîbên Seyid Şuhedayê Ebû Ala Welayî bide, 10 milyon dolar xelat diyar kir.

Washington koma Ketayîbên Seyid Şuhedayê wekî "rêxistineke terorîst" nas dike.

Bernameya Xelat û Dadperweriyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Xê ev biryar belav kir û daxwaza zanyariyan li ser "Haşim Fînan Rehîm Seracî" yê ku wekî Ebû Ala Welayî tê naskirin kir.

Washingtonê Ketayîbên Seyid Şuheda bi wê yekê tohmetbar kiriye ku "welatiyên sivîl ên Îraqê kuştine û êrişî dezgehên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li Îraqê kirine. Her wiha êrişî baregehên leşkerî û karmendên Amerîkî yên li Îraq û Sûriyeyê kirine."

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat diyarkirin ku her kesê zanyariyên hûr bide, dikare xelata darayî wergire û îhtimala "veguhastina wî ya cihekî ewle" jî heye.

Ebû Ala Welayî endamê "Çarçoveya Hevahengiyê" ye ku hevpeymaniyeke Şîeyan a desthilatdar e û piraniya Parlamentoya Îraqê di destê wê de ye.

Zêdebûna aloziyên li herêmê

Ev gava Amerîkayê di demekê de ye ku herêm piştî 28ê Sibatê û destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê, rûbirûyî nearamiyê bûye.

Komên çekdar ên hevpeymanên Tehranê di wê demê de Balyozxaneya Amerîkayê, Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û qadên petrolê kirine armanc.

Ev duyem xelata bi vî rengî ye ku Washington di vê mehê de radigihîne.

Bernameya Xelat û Dadperweriyê 14ê Nîsanê li ser Xê belav kiribû:

"Em dê heta 10 milyon dolaran li beramberî bidestxistina zanyariyan li ser Ehmed Himêdawî bidin."

Ehmed Muhsîn Ferec Himêdawiyê wekî Ebû Hisên Himêdawî tê naskirin sala 1971ê ji dayîk bûye.

Himêdawî Emîndarê Giştî yê Ketayîbên Hizbulaha Îraqê ye û Amerîkayê ew 26ê Sibata 2020an xistibû "lîsteya terorê".

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, "Himêdawî serkirdeyê Ketayîbên Hizbulahê ye ku komeke terorîst a hevpeymana Îranê ye li Îraqê û berpirs e ji êrişkirina ser dezgehên dîplomatîk ên Amerîkayê li Îraqê, revandina welatiyên Amerîkî û kuştina welatiyên sivîl ên bêguneh ên Îraqî."

Hevdem li gel van xelatên darayî, Washingtonê zextên xwe yên aborî li ser hikûmeta Bexdayê zêde kirine ku rê li ber wan koman bigire.

Li gorî medyaya Amerîkayê, Washingtonê şandina pereyê kaş a Îraqê rawestandiye û budceya bernameyên emnî jî li wî welatî cemidandiye ku ev jî wekî karteke zextê ya li ser serkirdayetiya siyasî ya Îraqê tê dîtin.

Ebû Ala Welayî kî ye?

Navê wî yê temam Haşim Fînan Rehîm Seracî ye û bi "Ebû Ala Welayî" tê naskirin.

Ew Sekreterê Giştî yê Ketayîbên Seyid Şuhedayê ye ku komeke çekdar a Şîeyan a Îraqê ye û sala 2013an hatiye damezirandin.

Ew eşkere şanaziyê bi wê yekê dike ku peyrewê Rêberê Bilind ê Îranê ye û koma wî jî wekî beşek ji "Eniya Berxwedanê" li herêmê kar dike.

Çalakiyên leşkerî

Li Sûriyeyê: Koma Welayî ji destpêka damezirandina xwe ve roleke berbiçav di şerê navxwe yê Sûriyeyê de ji bo piştgiriya desthilata Beşar Esed dît.

Li Îraqê: Koma wî beşek e ji Desteya Heşdî Şebiyê lê Washington wan tohmetbar dike ku li derveyî fermana dewletê kar dikin û êrişî berjewendiyên Amerîkayê dikin.

Rûbirûbûna li gel Amerîkayê

Wezaretên Derve û Darayî yên Amerîkayê, Ebû Ala Welayî û koma wî wekî "terorîstên cîhanî" dabeş kirine.

Washington, Welayî tohmetbar dike ku rola wî ya serekî di birêkxistina êrişên dronî û mûşekî ya li baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê de hebûye.

Pêgeha siyasî li Îraqê

Tevî ku ji aliyê Amerîkayê ve tê xwestin, Ebû Ala Welayî wekî kesayetiyeke siyasî ya bibandor di nav "Çarçoveya Hevahengiyê" de tê dîtin.

Vê yekê jî kiriye ku hikûmeta Îraqê di bin zexteke zêde ya Washingtonê de be ji bo miamelekirina li gel van cûre serkirdeyan.