Ketayîbên Seyid Şuhedayê: Biryara Amerîkayê ya li dijî Ebû Ala Welayî çaverêkirî bû
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Ketayîbên Seyid Şuhedayê ragihand ku biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya li dijî Sekreterê wan ê Giştî Ebû Ala Welayî çaverêkirî bû.
Berdevkê koma Ketayîbên Seyid Şuhedayê diyar kir, "Ev biryar beşek e ji tesfiyekirina komên berxwedanê yên li herêmê" û ev biryar dê bandorê li beşdariya wî ya di civînên Çarçoveya Hevahengiyê de neke.
Berdevkê koma çekdar a Ketayîbên Seyid Şuhedayê yên Îraqê Kazim Fertûsî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Kazim Fertûsî destnîşan kir ku biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya li dijî Sekreterê Giştî yê Ketayîbên Seyid Şuhedayê Ebû Ala Welayî ne tiştekî çaverênekirî bû.
Fertûsî anî ziman ku Amerîka "destdirêjkerê serwerî û civaka Îraqê û berxwedanê ye".
Xelata 10 milyon dolarî
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo her kesê ku zanyariyan li ser cihê Ebû Ala Welayî bide xelateke 10 milyon dolarî diyar kir.
Kazim Fertûsî li ser vê yekê da zanîn:
"Ev biryar beşek e ji pêngava tesfiyekirinê ya Amerîka û Îsraîlê ya li herêmê ye û li dijî wan kesan e ku di Eniya Berxwedanê de ne yan jî li derveyî vê eniyê ne."
Ebû Ala Welayî yek ji wan 12 serkirdeyên Şîeyan e ku beşdarî civînên Çarçoveya Hevahengiyê dibe.
Çarçoveya Hevahengiyê xwediyê piraniya kursiyên Parlamentoya Îraqê ye.
Civîna Çarçoveya Hevahengiyê
Berdevkê Ketayîbên Seyid Şuhedayê eşkere kir:
"Ev biryar dê bandorê li beşdariya Birêz Ebû Ala Welayî ya di civînên Çarçoveya Hevahengiyê de neke."
Biryar e îşev Çarçoveya Hevahengiyê bi beşdariya serkirdeyên xwe li Bexdayê bicive.
Di civînê de dê pirsgirêka namzedê serokwezîriyê were gotûbêjkirin.
Koma Ketayîbên Seyid Şuhedayê sala 2013an hatiye avakirin.
Di vê gera Parlamentoya Îraqê de di çarçoveya Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê de 4 kursiyên wan li parlamentoyê hene.