Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê piştrast kir ku Washingtonê bi awayekî demkî şandina dolar ji bo Îraqê rawestandiye.
Lê belê heman berpirsî da zanîn ku alîkariyên taybet ên li ser têkoşîna li dijî terorê didomin.
Birîna hevkariya ewlehiyê
Berdevkê wezaretê bi rêya e-mailê bersiv da pirsên Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.
Wî got: "Em dikarin piştrast bikin ku şandina dolarên Amerîkî bi awayekî demkî ji bo Îraqê hatiye rawestandin."
Berdevkî wiha li pey çû: "Amerîkayê bi awayekî demkî hinek çalakiyên li ser hevkariya ewlehiyê ya bi Îraqê re rawestandine.
Lê belê hevkarîya di warê têkoşîna li dijî terorê de ya ku asayîşa neteweyî ya Amerîkayê xurt dike, didome."
Zêdetirî 500 milyon dolar
Ev gav cara ewil roja çarşema borî ji aliyê rojnameya Wall Street Journalê ve hatibû belavkirin.
Wê rojnameyê qala nêzîkî 500 milyon dolarên kaş ji bo Îraqê kiribû.
Ew pere dahata firotina petrola Îraqê bû ku di hesabê Banka Federal a New Yorkê de tê parastin.
Medyaya Amerîkî behsa wê yekê kir ku ev rêkar beşek e ji kiryarên Amerîkayê ya li ser Bexdayê da ku grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê sînordar bike û rê li ber êrişên wan ên li ser hêz û berjewendiyên Amerîkayê bigire.
Bexda: Pirsgirêk ji ber balafirgehan e
Lê belê Şêwirmendê Aborî û Darayî yê Serokwezîrê Îraqê Muzher Muhemed Salih, heman rojê ji bo êdîtorê Rûdawê Hestiyar Qadir re axivî.
Salih diyar kir ku ev pirsgirêk li ser kêmkirina geştên asmanî û girtina balafirgehan e, ne ku li ser guherîna polîtîkaya Amerîkayê be.
Muzher Muhemed Salih her wiha got ku hewaleyên elektronîk ên ji bo armancên bazirganiyê û dabînkirina piraniya dolaran wekî xwe ne û ti bandoreke xerab li ser wan çênebûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse