Hevpeymaniya Kurdistanî: Bila Encumena Wezîran a Iraqê bi rêziknameyê kar bike

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê ji şanda Herêma Kurdistanê ya pêkanîna hikûmeta Iraqê xwest, beriya her tiştî ji aliyên iraqî daxwaza nivîsandina rêziknameya Encumena Wezîran a Iraqê bikin.

Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê Mueyed Teyîb, ji Rûdawê re got, ji bona ku cardin kesekî tenê nekare bi serê xwe biryar bide divê Encumena Wezîran a Iraqê bibe xwediya rêziknameya xwe.

Mueyed Teyîb, behsa qutkirina mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê kir û got, eger rêziknameya encumena wezîran heba wê çaxê Malikî nedikarî bi serê xwe biryaran bide.

Teyîb, ji şanda Herêma Kurdistanê ya pêkanîna hikûmeta Iraqê xwest, dema tevlî danûstandinan dibin bila beriya her tiştî daxwaza nivîsandina rêziknameya encumena wezîran bikin û da zanîn, di Rêkeftina Hewlêrê de biryar hatibû dayîn rêzikname were nivîsandin lê ev yek pêk nehat.

Berdevkê hevpeymaniyê anî ziman ku heta niha jî Encumena Wezîran a Iraqê bê rêzikname kar dike lê eger rêzikanme hebe wê demê biryardan wiqasî hêsan nabe.