Xemîs Xencer: Serdana Mesrûr Barzanî gelek pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Xemîs Xencer ragihand ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê û hewlên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan di vê demê de “gelekî girîng” in.

Xencer her wiha diyar kir ku derfeteke rasteqîn ji bo bidawîkirina nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê çêbûye.

Îro kesayetê siyasî yê Suniyan Xemîs Xencer piştî civîna bi Mesrûr Barzanî re daxuyanî da.

Xencer got, “Serdana Mesrûr Barzanî û hewlên wî, bi taybetî di vê dema ku hikûmeta nû ya Îraqê bi serokatiya Elî Zeydî tê pêkanîn de gelekî girîng e.

Niha derfeteke rasteqîn li pêşiya me ye ku em pirsgirêkan ji binî ve çareser bikin da ku di paşerojê de careke din dernekevin.”

Aloziyên li herêmê û helwesta hêzên siyasî

Serokê berê yê Hevpeymaniya Serweriyê Xemîs Xencer amaje bi rewşa herêmê û bandora wê ya li ser Îraqê kir û wiha li pey çû:

“Ew aloziyên ku di dema borî de li herêmê qewimîn, şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, û her wiha êrişên komên çekdar ên li ser Herêma Kurdistanê û welatên Ereban, bûn teşwîq ku hemû hêzên siyasî yên Îraqê helwestekê nîşan bidin.

Divê rê neyê dayîn ku ew binpêkirinên xeternak ducare bibin çimkî zererê didin aştiya civakî û asayîşa welat.”

Hinartina petrolê û hikûmeta nû

Xemîs Xencer derbarê encamên hevdîtinan de diyar kir ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “gelek pirsgirêk çareser kirine.”

Xencer eşkere kir ku li ser avêtina gavan li hev kirine, bi taybetî di mijara hinartina petrola Herêma Kurdistanê û zêdekirina qebareya wê ya bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê de.

Xencer li ser pêvajoya siyasî û kabîneya nû jî got, “Hêzên siyasî li hev kiriye ku piştî cejnê kabîneya wezîran were temamkirin.

Di demeke nêzîk de parlamento ji bo dengdanê û temamkirina pêkhateya hikûmetê dicive.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji doh ve li Bexdayê ye.