Qasim Erecî: Em bi Herêma Kurdistanê serbilind in
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî ji Mesrûr Barzanî re got, "Em bi Herêma Kurdistanê serbilind in.
Erecî her wiha got ku Herêma Kurdistanê di avakirina pergala siyasî ya niha ya Îraqê de roleke diyar lîstiye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî re civiya.
"Em bi Herêma Kurdistanê serbilind in"
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê bal kişand ser girîngiya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Bexdayê.
Qasim Erecî got, "Em bi Herêma Kurdistanê serbilind in ku xebat kiriye û qurbaniyên mezin dane.
Her wiha di pêkanîna pergala siyasî ya niha ya Îraqê de roleke diyar lîstiye."
Barzanî spasiya Erecî kir
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber rola wî ya girîng a di parastina ewlehî û aramiya welêt de spasiya Qasim Erecî kir.
Mesrûr Barzanî di heman demê de ji bo piştgiriya wî ya ji bo mafên rewa yên xelkê Kurdistanê pesnê Erecî da.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du alî li ser piştgirîkirina hikûmeta nû ya federal hevnêrîn in da ku bêyî cudahî xizmeta hemû pêkhateyan bike.
Her wiha her du aliyan li hev kir ku pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê li ser bingeha rêzgirtina li destûra bingehîn, pergala federasyonê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bên çareserkirin.