Li Bexdayê teqîn: 60 girtî û polîs hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw)- Di encama teqînekê de li paytexta Iraq Bexdayê, 60 girtî û polîs hatin kuştin.

 

Îro, 24ê tîrmehê, serê sibehê li navçeya Tacî ya Bexdayê, otomobîla girtiyên ku piraniya wan bi encamdan karên terorî hatin tawanbarkirin, rastî êrîşa çekdaran hat.

 

Li gor çavkaniyên pizîşkî yên Iraqê, di encama teqînê de 60 girtî û polîs hatin kuştin û 8 kesên din birîndar bûn.

 

Çekdaran bi kemberên bombekirî û çekan êrîşî otombîla girtiyan kirin, herwiha bombeyên vedayî teqandin.

 

Çavkaniyên Wezareta Dadê ya Iraqê derbarê êrîşê de ragihandin ku 51 girtî û 9 polîs hatine kuştin.

 

Di 22yê vê mehê de, zindana Tacî û Ebû Xirêb li bakurê rojavayê Bexdayê, rastî êrîşên wiha hatibûn û wê demê bi kêmanî 500 girtî ji zindanê reviyabûn.