Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina UNESCOyê li Iraqê ragihand ku pêştir hikûmeta Tirkiyê çend caran daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye, ku yedeka xwe di dabînkirina avê de werbigire, bi awayekê ku têra 4-5 salan bike, ji ber ku pêdiviya Tirkiye ji ber bidawîhatina karê avakirina Bendava Ilîsuyê pêwîstî bi wê yekê heye, ku wê bendavê tijî av bike û bo wê çendê jî dê avê li ser Iraqê bigre.
Rêveberê Peywendî û Ragihandina UNESCOyê li Iraqê Ziya Subhî di civîneke çapemeniyê de got: "Rola UNESCOyê bo ragihandina hebûna metirsiya avê diyarkirî ye. Lê di vê derbarê de Iraqê wek pêwist pêdeçûn nekiriye bo derbaskirina qeyranê."
Ziya Subhî da zanîn ku hikûmeta Tirkiyê daxwaz ji Iraqê kiriye yedeka xwe di dabînkirina avê de werbigire û got: "Sala borî Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî hinek peyam pêşkêş kirin û Iraq agahdar kirk u tedbîrên xwe werbigire, ji ber pêwistiya bi avê heye daku bendava xwe tejî bike."
Subhî tekez kir ku evna dikeve çarçoveya milmilaneya siyasî ya navbera herdu welatên cîran û UNESCO jî her hewqasî dikare rola xwe bibîne û bibêje metirsiyeke mezin a avê li Iraqê heye ji ber daketina asta wê ku Tirkiye kêm berdide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse